Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand

14:53 - 8 Adar 2016

Kurdistanmedia: Bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jin, Deftera Siyasî a PDKÎ daxuyaniyek weşand, ku deqa wê weha ye:

Bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jin

Hevwelatiyên rêzdar!

Jinên mafxwaz!


Dîroka diyarîkirina 8’ê Adarê wekî roja cîhanî ya jin, vedigere bo sala 1857’an a Zayînî ku jinên kedkar li bajarê New Yorkê tevgereke mafxwazane li dijî rewşa dijwar ya kar û newekhevî û bêdadiyê li derheq buhagiraniya kar li çav mêran rê xist.

Pêvajoya jêhelçûna hişyariya jinê û hestkirina bi cudahî û bêdadiyê li kar û li jiyanê de, berdewamiya xebat bo jinavbirina wê bi kêmgirtinê û bêbuha nîşandana kar, û mafên aborî ên wan desteber kir, û li doma vê xebat û girevgirtin û nerazîbûnan de, di sala 1908’an de, heta neçar bi dana qurbanî û canjidestdanê bûn, ku bîreweriya vê rojê û vê xebatê herwisa di bîr û hişê jin û mêran ên wekhevîxwaz de maye, bêy vê ku xebata wan di şêweyên cur bi cur de bona gihîştina bi maf û wekhevîtiyê di nav civak û di nav malbatê de bisekine, û di rastî de hevterîb bû digel xebata siyasî û civakî ya li dijî cudahîdanînê.

Berhema vê xebat û tevgera mafxwazî dabînbûna beşek ji mafên jinan li hinek welatên pêşkevtî de bû, û di encamê de, li duyem konferansa sosyalîstî ya navneteweyî ya jinan ku bi beşdariya sed kesî di 17 welatên cîhanê di sala 1910’an de li Kopenhaga pêtextê Danmarkê de bi rê ve çû, li ser pêşniyara Kilarazîtkin roja 8’ê Adarê wekî roja jinan, û bo piştevanîkirina ji mafê jin, û di pêxema nehêştina vê stema ku ji çend aliyan re li ser jinê heye, hate diyarîkirin, û yekem roja cîhanî a jin di meha Adara 1911’an li Danmarkê, Utrîş, Swîs û Amerîka de bi rê ve çû. Ji wê demê şûnda heya niha jin di beşek ji welatên pêşketî de gihane piraniya mafên xwe, û di hinek ji welatan de jî karîne ku beşeke kêm ji mafên xwe bi dest bixin. Lê mixabin di welatên paşmayî û dîktator de, xebata jinan bo mafên wan di destpêka riyeke dûr û dirêj de ye, û jin di van welatan û civakan de, digel bê mafiyê di jiyana bi zehmet de berbirû ne, ku di nava wan de Komara Îslamî a Îranê di refa ên herî naskirî de ne.

Komara Îslamî ya Îranê ku li ser bingeha îdeolojiyeke paşvemayî hatiye avakirin, û yasayên wê ji vê îdeolojiyê ve çavkanî digrin ku li dijî mafên jin û civakê ne, û ferq û cudahîdanîn û girîngînedana bi maf û azadiyên jinê hatine yasayîkirin, û stem li ser jinê wekî diyardeyeke xwezayî tê dîtin, û nahê guhertin, û jin wekî kalayekê di nav mal de ye û wekî emrazeke jiyanê lê tê nihêrîn, ku zincîra stemê li dest û piyên wê aliyaye, û heya riya lixwekirina kincên dilxwaz jî nade jinê.

Hekî em van hemû zulm û newekheviyên ku jin di Komara Îslmaî de digel de berbirû ye bihejmêrin, em dibînin ku tu aliyekî jiyana jinê nîne ku şûnwarê stema rasterast û nerasterast a boçûnan wê rejîmê bi awayekî pirreng û bi tewahî pêve xuya nebe. Lewra xebata jinê di civakeke weha de û di bin deshilateke wisa dîktator de gellek dijwar e, û buha û nirxeke zêde dixwaze, û dem jê re hewce ye. Bi vî halî jî nesekinîn û dengbilindkirina jinên Îranî li dijî van bê mafiyan û bêdadiyan, cihê hurmetê ye, û hewcehiya wê bi piştevaniyeke micid û berdewam ya azadîxwazan û bîrmendên pêşkevtî ên vî welatî heye.

Mixabin ev rewşa dijwar ku niha jin di Îrana bin deshilatdariya Komara Îslamî de tevî berbirû ye, bi ser jinan di Kurdistanê de jî zal e, û li kêleka vê jî, jin li Kurdistanê bi tawana pişikdariya di tevgera demokrasî û mafê netewîxwaziya xwe de, serbarê hemû zulm û zordariyên din, zext û givaşa zêde, girtin û îşkence, jidestdana mêr û xort ên wan û ketina bin giraniya barê jiyanê li ser milê parek berçav ji jinên Kurd, em dikarin bêjin ku, zulm û zordariya li ser wan çend hember, û tevalî bûye. Lê serbarê wan hemû bê mafî û zext û givaşa jiyanê li ser wan, jinên Kurd ji xebatê nesekinîne, tevî mafên xwe nasyar e û di pêxema bidestxistina wan ji xebatek pirr têçû de pişikdar e û, ji vê yekê jî haydar e ku bidestxistina beşek berçav ji maf û azadiyên wan ji neman û jinavçûna Komara Îslamî û retkirina wan dab û nerîtên parvemayî ên berê, ku bê bingeh bi ser wan de hatine sepandin, têne bidestxistin, lewra gotineke zêde nine hekî em bêjin ku xebata bona bidestxistina hemû mafên jinan, ji xebata bona demokrasî û mefê netewî yêKurdan jî dirêjmidehtir e, û tenanet renge zehmettir jî be.

Di vir de ye ku erkê rêkxistinên siyasî ên Kurdistanê û kesatiyên demokrat û alîgirên civakek bextewer e ku dengê xwe bixin kêleka dengê jinên mafxwaz û di pêvajoya xebatê bona bidestxistina mafên wan, piştevan û hevxebata wan bin. Di vê derheqê de PDKÎ şanaziyê bi vê yekê dike ku 70 sal berî niha, piştî avabûna xwe û avakirina Komara Kurdistanê, di demekî de ku %95 ji jinên Kurdistanê nexwendewar bûn û, civaka fêodalî û eşîrî bandor xistibû ser pêvajoya jinan û bêmafbûna wan, destpêşxer, hander û alîkarê avabûna Yekîtiya Jinên Demokrat bû da ku di pêxema mafên xwe de xebatê bikin û, bi piştevaniya Hizba Demokrat û kesatiya Pêşewa Qazî Mihemed piştqahîm bin, eva karek girîng bû ku ji baweriya Hizba Demokrat bi demokrasî, mafên netewî, wekheviya jin û mêr di malbat û civakê û bi mafê mirov û wehkeviyê ve çavkanî digire, û di hemû wan salên borî de piştevanê mafê jin û azadiyên wan bûye.

Di roja 8’ê Adarê de, serbarê pîrozbahiyê ji wan jinên ku gehiştine mafên xwe û jinên ku niha xebatê bona bidestxistina mafên xwe dikin, baweriya hizba xwe bi wekhevî û maf û azadiyên jinan ducarî dikin û piştevaniya Hizba Demokrat ji xebata jinan di Kurdistan û di Îranê de radigehînin. Em li ser vê baweiyê ne ku heya niviya civakê wate jin azad nebin û negîjin mafên xwe, ne civak bextewer e, û ne demokrasî û mafê mirov bi wateya rastîn bi ser welatê Îranê û civaka Kurdistanê de zal dibe.

Careke din roja 8’ê Adarê ji hemû jinên cîhan û Îran û Kurdistanê pîroz be, û bidestxistina hemû mafên rewa ên jinan hêviya me ye, û avêtina her pêngaveke jinan bona gehîştina bi mafên wan, bi nîşaneya pêgehiştin û pêşveçûna civakê dizanin.

8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be
Xebt bona bidestxistina mafên jinan wê berdewam be
Piştevaniya ji mafên jinan, qurs û qahîmtir be

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
7’ê Adara sala 2016’an a Zayînî
17’ê Reşemeya 1394’an a Rojî