Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsyarê têkiliyên PDKÎ li welatê Swîsê tevî “Pîtêr Hog” civiya

20:35 - 12 Adar 2016

Kurdistanmedia: Berpirsyarê têkiliyên PDKÎ li welatê Swîsê çavpêketinek tevî “Pîtêr Hog” ê Berpirsyarê Têkiliyên Partiya Sosyalîsat a Swîsê lidar xist û têde mijara binpêkirina mafê mirov di Îranê de û bitaybet netewên bindest ên Îranê xistin ber bas û nîqaşê.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, liser daxwaza Partiya Sosyalîs a Swîsê, berpirsê têkiliyên PDKÎ li welatê Swîsê, ev çavpêketin encam daye.

Hate ragehandin ku ermanc ji vê çavpêketinê, guherîna bîrûrayan derheq bi binpêkirina mafê mirov di Îranê de û bitaybet mafê netewên bindest di Îranê de bû.

Berpirsyarê têkiliyên Partiya Sosyalîst, û beşa berevanî ji kêmaniyan û geşandina mafên mirov di Wezareta Derve ya Swîsê, bi hevkariya têkiliyên derve yên PDKÎ di wî welatî de, di hewla vê yekê de ne ku dozekî derheq bi rewşa mafê mirov di Kurdistanê de vekin.

Berpirsyarê têkiliyên PDKÎ di vê civînê de amaje bi siyasetên Hizba Demokrat li hember guherînkariyên herêmê û herweha egera jinû ve destpêkirina xebata çekdarî ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve kir.

Di beşek din a gotinên xwe de, navbirî basek liser rewşa aloz ya siyasî, aborî û nebûna asayş û ewlehî û herweha nebûna azadiya bîrûraderbirînê kir û ragehand ku, rwşa niha ya Îranê gehiştiye qonaxekî ku êdî gelê Kurd li Kuridtsana Rojhilat tu hêviyek bi guherînkariyên aştiyane di Îranê de nemaye, lewra egera jinûve destpêkirina xebata çekdarî di holê de heye.