Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pilînoma Komîteya Nawendî bi rê ve çû

14:04 - 16 Adar 2016

Kurdistanmedia: Komîteya Nawendî a PDKÎ di heyama rojên 22 û 23’ê Reşemê de, pilînoma 12’ê ya xwe bi rê ve bir, û di vê pilînomê de, hinek bas ên siyasî û hizbî ên girîng çêbûn, û biryarên taybetî li ser hatin dayîn. Deftera Siyasî a PDKÎ di daxuyaniyekê de dawiya karê pilînomê ragehand, û di vê ragehandinê de, bas ji mijar û zanyariyan derheq vê pilînomê de kir. Deqa ragehandina Deftera Siyasî a PDKÎ li ser vê pilînomê weha ye:

Daxûyaniya Pilînoma Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Hemwelatiyên rêzdar!
Endam û alîgirên Hizba Demokrat!


Roja Duşemî berwarê 12’ê Adara 2016’an ya Zayînî,(22.12.1394) pilînoma 12’ê ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi pişikdariya tewahiya endamên rêberiya Hizbê li Kurdistanê û herweha pişikdariya nûnerê Komîteya Karûbarê Hizbê li derveyî welat, bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtin ji rih û yad û bîra şehîdên hizb û gel dest bi karên xwe kir.

Di despêka pilînomê de, destûr kara civînê ji aliyê birêz Sekreterê Giştî yê Partiyê ve ket ber bas û piştî pejirandinê, Sekreterê Giştî rapora siyasî li ser guherînkariyên herî dawiyê ên herêm û Îranê xist ber bas û, piştre pişikdarên pilînomê nêrînên xwe li ser rapora navbirî xistin ber bas, û piştî dîtingehên pişikdaran, rapora siyasî hate pejirandin.

Di rapora siyasî ya Sekreterê giştî de, despêkê amaje bi rewşa aloz û pir kêşeya herêma Rojhilata Navîn hatibû kirin, bi taybetî di çend heyvên derbazbûyî de, ku kêşe û kirîz kûrtir bûne û dijatiya berjewendiyan û berfirehbûna kêşeyên serekî ên herêmê, sedema sereke ya çaresernebûna wan alozî û kêşeyan in. Di Rojhilata Navîn de ku netewe û ol û kulturên cuda bi hev re dijîn, bi sedema hebûna bingeha dîrokî ya zulm û zordariyê û herweha destêverdanên welatên xwedî berjewendî û astengên aborî ên cîhanî û herêmî, niha jî, rêçareke baş bona çareserkirina wan kêşe û aloziyan nehatiye berçavgirtin, lewra em dibînin ku roj bi roj kêşe û arîşe kûrtir dibin, û xwîna xelkê deverê di pêxema wan dijatiyan û berjwendiyê dijî hevdû, zêdetir tên rêjandin.

Di çend heyvên derbazbûyî de kêşe û alozî li Sûriye û Yemen û Îraqê û cihên din berdewam bûne. Daketina Rûsiyê bi awayê kiryarî û leşkirî, hem balansa hêz li Sûriyê bo alyê Beşar Esed de girantir kir, û hem jî rewşa şer û pevçûnan aloztir kir. Di şerê Sûriyê de serbarê vê ku agirbestek despêkî hatiye ragehandin, lê bi qasekî xwedî berjewendî û pişikdarên şer, aloz û nateba û çend alî bûne ku, nahê çavnihêrî kirin ku bi aliyê kêm ve di kurtmideh de, girjî û alozî bên çareserkirin.

Rewşa şerê li dijî rêkxistina DAÎŞ’ê jî serbarê vê ku di heyama derbazbûyî de, di çend waran de pêşkevtin bi xwe ve dîtin, û DAÎŞ hatiye lawazkirin û çavkaniyên wê yê darayî kêm bûne, lê wisa dixûye ku ew aliyên ku ji bihêzbûna DAÎŞ’ê qazancê dikin, û bitaybetî Komara Îslamî ku bi hinceta şerê DAÎŞ’ê destêverdanên xwe zêdetir kirine û hewla guherîna demografiyaya herêmên Erebên Sunne dide, hez nake ku DAÎŞ bilez lawaz be, û ji nav here.

Di beşeke din a rapora sekreterê giştî de bas ji rêkevtinnameya Komara Îslamiya Îranê û welatên Rojavayî hate kirin, ku bi lihevkirina “Bercam”ê hatiye naskirin, û tê de hatibû ku herçend ku Komara Îslamiya Îranê wisa nîşan dida û bi tabetî dewleta Rûhanî diruşm dida ku bi rêkevtina di warê navikî de, hemû kêşeyên aborî çareser dibin, lê heya niha jî rêkevtina Komara Îslamiya Îranê û Rojava di berjewendiya xelkê de nebûye, û tu vegeşînek di warê jiyana xelkê a aborî de nahê dîtin. Herçend hêla gellek zû ye ku bi tewahî bandora vê rêkevtinê eşkere bibe, lê pirseke bingehîn ku nabe bihê jibîrkirin, ew e ku kêşeyên aborî ên Îranê berî pirsa navikî jî her hebûn, û reh û rîşeya vê kirîzê bo şêwaza birêveberiya rejîmê û gendelî û talanên cihê heyrîmanê ên berpirsyarên rejîmê û dezgeha deshilatdariyê vedigere.

Di beşeke din a raporê de bas ji rewşa Kurd di hemû beşan de hatibû kirin, û di her yek ji wan beşan de, hem “pêşveçûn” û hem jî “kêşe û lawazî” hebûne.

Di beşa Kurdistana Rojhilat de rapora Komîsyona Teşkîlatê kete ber bas, û bi taybetî rewşa Kurdistana Rojhilat di warê siyasî û aborî û civakî de hate baskirin, û dawî bûyer ku bas ji hilbijartina Meclisa Şêvra Îslamî û a Xibrigana Rêberî di wan dawiyane de bû, hate nirxandin, û tê de bas ji helwesta xelkê û amarsaziyên rejîmê hate kirin, û pilînomê tevî piştrastkirina cardin a siyaseta tehrîma bi nav hilbijartinan, îşare bi beşdariya lawaz a xelkê serbarê hemû pîlanên rejîmê kir, û spasiya hemû wan kes û aliyan kir, ku di ber b pêşvebirina siyaseta tehrîma şanoya hilbijartinê de beşdar bûn.

Di mijara Kurdistana Sûriyê de, qala vê yekê hatibû kirin, ku tevî şerê xweragirane ê Kurd di hemberî terorîstan de, lê ew parvebûna Kurd bi ser du eniyên cuda de, wekî xaleke lawaz tê hesibandin, û her bi vê sedemê jî em dibînin ku tu aliyekî xwedî deshilat li şerê Sûriyê de qewleke rohn nedaye Kurdan, ku piştî aştiyê wê çi ji Kurdan re bê kirin.

Di başa Kurdistana Tirkiyê de wê raporê bas ji mixabiniya xwe derheq çêbûna şer di vê beşê de kir, ku piştî çend salan ku bas ji aştî û pirsa çareseriyê li Kurdistana Bakur hate kirin, herçend ku mafên neteweyî bi zelalî nehatine baskirin, lê hinek pêngavên baş hatin hilgirtin, ku Kurd di hemû biyavî de vedigeşiya, û diçû pêş, heya vê ciyê ku bo yekem car di dîroka Tirkiyê de, wekî partiyeke siyasî bû xwediyê 80 kursiyên parlementoyê, lê bi hatina şerê van dawiyane di nava bajaran de, hemû ew deskevt û pêşkevtin hêdî hêdî mijûl e ku ji dest derdikevin. Pilînom hêvîdar bû ku her du aliyên PKK û dewlet carek din şer bidawî bînin, û vegerin ser maseya gotûbêjê, lê gotûbêj bona çareseriya yekcarî ya pirsa neteweyî.

Di beşa Kurdistana Başûr de raporê îşare bi hemû kirîzên Kurdan di vê beşê de kiribû, û metirsiya destêwerdana roj bi roj zêdetir ya dijminên Kurd û li serveyî hemiyan, Komara Îslamiya Îranê xistibû ber bas, û herwisa hêvîdar bû ku hêz û aliyên siyasî di vê beşê de bi berçavgirtina hemû metirsiyan, û bi mifahwergirtina ji hemû derfetan di vê rewşa hestiyar de, pêngavên hevaheng û hevbeş bo pêşvebirina doza neteweyî û gehandina vê beşê ji Kurdistanê ber bi peravên ewlehiyê hilgirin.

Di beşeke din ya basên pilînomê de, bernameya karê hizbê bo sala bê, xistin ber bas, û tevî nirxandin û baskirina ji karên sala borî û eger û îhtimal û îmkanên bo sala bê, pilînomê biryara pêwîst bo kar û bernameyên hizbê derkirin.

Beşeke din ya karê pilînomê baskirin ji kongireya bê ya PDKÎ bû, ku tê de tevî biryardana li ser girtina kongireyê li gora pêrewa navxwe ya hizbê, bas ji kêmasiyên hizbê ên pêşîn hate kirin, û biryar li ser pêkanîna heyeteke taybet bo pêdeçûna bi ser pêkhate û sîstema karê hizbî hate dan.

Pilînoma 12’ê ya Komîteya Nawendî piştî du rojan karê berdewam û nirxandin û baskirin li ser hemû erk û destûrên karê diyarîkirî, roja Yekşemiyê 23’ê Reşemeya 1394’an demjimêr 7’ê êvarî dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
Deftera Siyasî
24.12.1394
14.03.2016


14042.JPG

14043.JPG

14044.JPG

14045.JPG

14047.JPG

14048.JPG

14049.JPG

14050.JPG

14051.JPG

14052.JPG

14053.JPG