Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameka PDKÎ li bajarê Şinoyê de koça dawiyê kir

23:36 - 24 Adar 2016

Kurdistanmedia: Zibêde Xizrî endama PDKÎ, û akinciyê şinoyê, bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja 17’ê Adarê xûşka dilsoj û têkoşer “Zibêde Xizrî” endama PDKÎ bi sedema nexweşiyê xatirê xwe yê yekcarî ji hizb û gelê xwe xwest.

Navbirî ji sala 2005’an ve pêwendî digel PDKÎ hebû, û wekî endameke dilsoj û çalak di navxwe ya welat de kar û erkên hizbî bi rê ve dibirin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên navbirî, û xwe di xem û nerehetiya wan de bi şirîk û hevpar dizane.