Kurdistanmedia: “Ehmed Mamend” naskirî bi “Xazî” endamê dilsoj ê PDKÎ çû ber rehmetê.
Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Ehmed Mamend naskirî bi Xazî kurê Ezîz xelkê “Dizê”ya Urmiyê akinciyê Herêma Kurdistana Başûr roja Duşemî 21’ê Adarê koça dawiyê kir.
Navbirî ji sala 2003’an ve, endamê PDKÎ bû, û erkên hizbî bi rê ve dibirin.
Ew kesekî tekoşer û di nava endam û dostên hizbê de wekî kesekî welatparêz û dilsoj hatibû naskirin. Termê navbirî di goristana şehîdan a Nawenda Sê ya PDKÎ de, di nav xem û kovana hevalên wî de bi axê hate spartin.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên wî, û xwe di xema wan de bi şirîk û hevpar dizane.