Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya cîhanî ya Maf û Azadiyan li dijî rejîma Îranê doz vekir

21:01 - 27 Adar 2016

Kurdistanmedia: Komeleya cîhanî ya Maf û Azadiyan derheq binpêkirina mafên mirovan, jêhelçûna rêjeya îdaman, û gefxwarinên li dijî ewlehiya cîhanî, û destêwerdanên Tehranê di nava Karûbarên welatên herêmê de, doz li dijî Komara Îslamiya Îranê vekir.

Malpera “El-erebiye nêt” ji zarê “Foaz El-enzî” Sekreterê Giştî ê vê komeleyê ve belav kir, ku piştî wergirtina zanyariyên hûr li ser binpêkirina berdewam ya mafên mirovan ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, û herwisa gefa sîstematîk ya rejîma Tehranê li ser kêmaniyên mesebî û etnîkî, û biryara hikûmeta Tehranê li derheq îdama beşek ji çalakên neteweyî, me doz li dijî Îranê vekiriye.

Navbirî herwisa got ku ew sikalaya ku me li ser Îranê tomar kiriye, li ser bingeha wan pirensîpên navneteweyî hatiye darêtin, ku welatên cîhanê û yek ji wan Îran, neçar e bi berçavgirtina mafên mirovan û Îran jî serbarê vê ku yek ji îmzakerê (wajûkerê) van peymannameyên navneteweyî ye, berdewam van peymannameyan binpê dike.

Sekreterê Komeleya cîhanî ya Maf û Azadiyan di vê derheqê de dibêje: “Komeleya me ku pêk hatiye ji dehan nawendên hiqûqî ên cîhanî, derheqê îdama zêdetir ji 2300 hevwelatiyên Îranî, li dewrana serkomariya Rûhanî de nîgeran e”.

Di gilînameya (sikalaya, şikayeta) nû de, daxwaz ji NY hatiye kirin ku Îran di vê rêkxirawa cîhanî de bihê derxistin, eva jî bi sedema hebûna madeya 151’ê ya yasaya bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê ye, ku tê de destên hêzên leşkerî û emniyetî ên Îranê derheq “şandina şoreşê” (sidûrê Inqilab) vekirî hêla ye.