Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şahî û Şoreş

18:16 - 5 Nîsan 2016

Kerîm Perwîzî

Xebata neteweyeke belengaz û stemlêkirî, tenê biyavekê bi xwe ve nagire, û hekî em nebêjin ku hemû, lê beşeke zaf ji biyavên jiyana civakî û siyasî û aboriya xelkê bi xwe ve digre, û herwekî “Karil Marks” gotiye, neteweyek ku di bin stemê de dijî, hemû şiyana xwe ji bo rizgarbûna ji destê jêrdestî û stemê dadinê, û xebat bo rizgariyê, hemû aliyên jiyan û dîroka vê neteweyê bi xwe ve digre.

Eva jî nahê vê wateyê ku ew neteweya, her bixwe û bi îrade û hezkirina xwe, hemû wan biyavên jiyanê, tevlî xebata ji bo rizgariyê dike, bi wateyeke din çi neteweyek ji vê hez nake, ku hemû hêz û enirjî û bîrkirina wê ji bo şer (îca siyasî be, yan leşkerî yan…hwd) danê, belkû hikûmet û deshilata stemkar û dagîrkar e, ku ji tirsê xwe û di pêxema têrkirina hesta pawanxwaziyê de, hêdî hêdî hemû valahî û kunceke jiyana asayî ya xelkê belengaz û di bin deshilatê de dagîr dike, û ji tirsê vê ku valahiyek bi cih nehêlabe, ku ji wir ve dijminên wê rejîmê nifûzê tê bikin, hewl dide ku tarîtî û stemkariyê bi ser hemû kunceke civakê de bisepîne.

Ji vê dîtingehê ve, û herwisa ji dîtingeha îdeolojiya mergdost a Komara wilayeta sêdarê ve ye, ku em dibînin ew rejîm gellek ji merg û şîn û tazî û vegeşandina kultura tazîdariyê hez dike, û digel şahî û xweşiya xelkê neteba ye, û dijmin e, û hemû cure şahiyeke xelkê wekî dijberiya digel xwe dihesibîne.

Dema ku bas tê ser neteweya Kurd, li ber taybetmendiyên neteweyî û kulturî yên wê, berdewam kerb û bêzariya xwe ji rejîmên stemkar û dagîrkar hem bi rezm, û hem bi şahî û govend û dîlanê eşkere kirine, lewra di dîroka xebata neteweya Kurd de, di hemû beşan de, em dibînin ku govenda Kurdî bûye remza yekgirtinê, û berbûne canê dijmin, û di serkevtinan de bi reşbelekan çavên dijmin kore kirine.

Di newroza îsal de neteweya Kurd di Kurdistana Rojhilat de, hêviya vejiyan û vegeşîn û gurrtirbûna xebatê, li şahî û govenda berfireh û pirr hejmar de nîşan da, û di hemû cihekî vê para nîştimana Kurdan de, şoreş tevlî şahî û govenda watedar ya neteweyî kirin. Buhar û sala nû, û rojên seyran û xweşî û çûna derve a xelkê kurdistana Rojhilat, tejî bû ji şahî û xweşiya şoreşekê, ku di rê de ye.