Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hevdîtina HAK-Par û PDKÎ de, rewşa Kurdistanê hate gengeşekirin

16:25 - 12 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Heyeteke HAK-Par’ê serdana Deftera Nûnertiya PDKÎ di bajarê Hewlêrê de kir.

Roja Duşemî 11’ê Nîsana 2016’an heyeteke Partiya “HAK-Par”ê, bi serperestiya Letîf Epozdemir cihgirê serokê HAK-Par’ê serdana Deftera Nûnertiya PDKÎ di bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ ve hate pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, Mistefa Hicrî bas ji vê kir ku di her cihekî de mecala xebata medenî û yasayî hebe, hewce bi xebata tundûtîj nake, û çê dibe ku bi xebata aştîxwazane û siyasî bona bidestxistina mafên gelê Kurd têkoşîn bê kirin.

Hicrî herwisa pêdagirî li ser hewla nêzîkbûna hêz û aliyên siyasî ên welatparêz ên Bakura Kurdistanê kir bi armanca bandordanîna li ser pêvajoya ber bi pêşvebirina xebata gelê Kurd di Tirkiyê de.

Sekreterê giştî ê PDKÎ herwisa qala pîlanên rejîma Îranê û neyaran bi armanca pêkanîna tevdanîkariyan di herêmê de, û pêkanîna nakokiyan di navbera hêz û aliyên siyasî de kir.

Heyeta Hak-Par’ê jî tevî bi girîng zanîna boçûn û dîtingehên PDKÎ, ronahî xiste ser dawî guherînkariyan û rewşa Bakura Kurdistanê, û pêdagirî li ser berdewamiya pêwendiyan û alîkariya di navbera wan, digel PDKÎ de kir.

14435.JPG

14437.JPG