Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê li Bokanê koça dawiyê kir

22:08 - 13 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: “Mam Salih Qadirî Wala” bavê şehîdekî PDKÎ li bajarê Bokanê de koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 21’ê Xakelêwe “Mam Salih Qadirî Wala” bavê Ehmed Qadirî Wala, naskirî bi “Ehmed Çikol” şehîdê PDKÎ, çû ber rehmetê.

Termê “Mam Salih Qadirî Wala” di nav girseya xelkê herêmê, û dost û nasyarên wî de, bi axê hate spartin.

“Mam Salih Qadirî Wal” kesayetiyê naskirî ê bajarê Bokanê û cihê baweriya xelkê herêmê bû, ku bi sedema nexweşiyê di temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir.

Şehîd Ehmed sala 1963’an li gundê “Kanî dirêj” li Bokanê ji dayîk bibû, û navbirî kadrê pile çar ê PDKÎ bû, ku di 25.04.1372 (1993)’an de, li cihekî bi navê “Sêve Tal” di şerekî qehremanane de şehîd bû.

PDKÎ Sersxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên “Mam Salih Qadirî Wala”, û xwe bi şirîkê xem û kovana wan dizane.