Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li Bokanê koça dawiyê kir

20:23 - 19 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: “Luqman Rehmanî” endamê PDKÎ li bajarê Bokanê koça dawiyê kir.

Luqman Rehmanî endamê PDKÎ roja 25’ê Xakelêweyê, li gundê Rehîmxan a ser bi bajarê Bokanê di temenê 48 saliyê de bi sedema nexweşiya penceşêr koça dawiyê kir.

Malbata Kak Luqman sê şehîd di PDKÎ de hene. Termê navbirî di nav girseya xelkê Rehîmxan û herêmê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên navbirî, û xwe bi hevparê xema wan dizane.