Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Hêza Xebatkar ya li Çiya, li pişta xebata we ya mafxwazane ye

18:42 - 20 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di daxûyaniyekê de ragehand ku, piştevaniya xwe ji girevgirtin û xwenîşandanên xelkê bazarî yê Kurdistanê eşkere dike, û radigehîne ku, hêza Xebatkar ya li Çiya, li pişta xebata mafxwazane ya xelkê Kurdistanê dibe.

Deqa daxûyaniya derheq bi girev û xwenîşandanên bazariyên Kurdistanê

Hemwelatiyên rêzdar!
Xelkê mafxwaz yê Kurdistanê!
Kor û komelên siyasî ên cîhanî û herêmî!


Her weke haydar in xelkê Kurdistana Rojhilat, bona nîşandana nerazîbûnên xwe li hemberî siyasetên aborî ên rejîmê û daxistina sînoran, û tundtirkirin, û milîtarîzekirina kar û kasibiyê di Îranê de, dest avêtine kar û tevgerên medenî û şaristanî, û li hemberî bêparkirina xelkê ji jiyana asayî ji aliyê rejîma Tehranê ve, bi girevgirtin û xwenîşandanên medenî, dengê xwe yê mafxwazî bilind kirine.

Hemwelatiyên çend bajarên Kurdistananê bi awayekî xwerist, û xweser û hilkeliyê nava jiyana xelkê çewsandî yê Kurd, lê bi bîr û bawriyeke netewî û mafxwazane, di kiryareke medenî de, û bona nîşandana nerazîbûnê xwe, bazar daxistin û kolan û şeqam hejandin, û daxwazên rewa û despêkî yên xwe xistin ber bas, ku ew jî mafê wan yê sereke û despêkî ye, bona bidestxistina bijîva rojane ya jiyanê.

Rejîma Îranê bi ragirtina xelkê Îranê di hejarî û bindestiyê de, bi salan e ku dixwaze netewa Kurd bi serîtevandin û çavlidestiyê, çavnihêriya pariyek nan be, da ku deshilata serberedayî ya Tehranê xêrê bi wan bike, lê xelkê Kurd bi çok de nehatiye, û nanê ked û zehemtiyên xwe dixwe, û niha rayedarên Tehranê dixwazin ku vê derfetê jî ji wan bistînin, û wan di birsîtî û hejariyê de, Kurdistanê bi çok de bînin.

Li hemberî siyaseta daxistina deriyê kasibî û peydakirina nanê rojê yê xelkê Kurdistanê de, bo cara yekem li bajarê Banê girevgirtin û daxistina dokan û bazaran di çend rojên derbazbûyî de dest pê kir, û niha çend bajarê din ên Kurdistanê ên weke Serdeşt û Pîranşar û bitaybetî Merîwanê jî bi xwe ve digire, û meşên nerzîbûnê ên medenî yên xelkê li ser şeqam û kolanan zêde bûne.

Xelkê hişyar ê Kurdistanê!

Dengê mafxwazane û xebata îroyîn û şaristanî a we, hem digihîje guhê xebatkarên Kurd, û gihîştiyê, û hem jî bi berdewamîdana we bi şêwaza medenî, û aram û vegeşandina vê şêweya xebatê, dikarin vê rejîmê neçar bi paşekêşê bikin, çeper bi çeper deshilata stemkar berbirûyê têkçûyînê bikin. Hêza xebatkar ya çiya li pişt xebata mafxwazane ya we ye, û her yek bi şêwe û taktîkên cuda ên xwe dikare trombêla serkuta rejîmê teslîm bike. Girîng berdewamî û piştevaniya ji hevdu ye, ku bikare xebata çiya û bajar pêkve girê bide.

Kom û komeleyên navdewletî û herêmî!

Herwekî ku di hemû nûçe û ragehandinan de belav bûye, xelkê bajarên Kurdistanê di pêxema bidestxistina bijîwa jiyana xwe de, dest kirine bi nerazîbûna medenî û aram, û tu hêcetek di destê rejîmê de nine, da ku bi tomet û dengê nerewa xelkê mafxwaz ê Kurd serkut bike. Ya ku di ezmûna serkutkariya rejîma Tehranê de hatiye dîtin, di van cure kiryarên xelkê de, destpêkê bi hinek soz û qewlên derevîn û nerast, hewla aramkirin û bêdengkirina xelkê dide, û piştre dest dike bi girtin, û îşkence û hukmê nerewa bi ser vî xelkê mafxwaz de, lewra em daxwazê dikin, ku piştevanê xelkê bin, û bi taybetî di vê demê de ku rejîm li diyalogeke serşorane de, teslîmî Rojava bûye,dibe wekî erkeke mirovî piştevanê xelkê Kurd bin, da ku rejîm dest neke bi serkut û stema zêdetir û teslîmî daxwazên rewa ên wan be.

PDKÎ tevî ducarîkirina piştgiriya xwe ji daxwazên rewa ên xelkê bajarên Kurdistanê, daxwazê ji hevwelatiyan dike, ku li ser riya gihîştina bi mafên xwe pêdagir û yekgirtî bin, û wan xatircem dike, ku wekî hêza xebatkar, yar û piştevanê wan dibe, û dengê çiya û bajar, herwekî hertim dibe bigihîjin yek, jiber ku serkevtin bi ser dijmin de, di hevahengî û hevterîbbûna xebata pêşmerge û xelkê medenî di nav civakê de ye.

PDKÎ
31.01.1395
19.04.2016