Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Rojava ber bi çi Aqarekî ve diçe

15:05 - 21 Nîsan 2016

Azad Kurdî

Evê ku di salên derbazbûyî de dihat gotin ku sedsala 21’an, sedsala Kurda ne, xeyal û xevin nebû, belkî bere bere wê dibe rastiyeke dîrokî. Bi sedan sal e ku netewa Kurd di pêxema bidestxistina mafên netewî û mafê qedera xwe xebatê dike, lê di salên borî de helkewteya cuxrafî ya Kurdistanê karek wusa kir ku, Kurd negîje mafên xwe.

Piştî sala 1991’an, xewna Kurdên Kurdistana Başûr bûye rastî û niha ber bi qonaxek çarenivîssaztir ve diçe. Her parçeyek Kurdistanê bi sedema hebûna deshilateke ciyawaz ya siyasî, taybetmendiya xwe heye, lê hemû dagîrkerên Kurdistanê liser çevisandin û binpêkirina mafên Kurdan, yek deng û yek helwêst bûn.

Piştî destpêbûna şoreşa azadîxwaziyê li sala 2011’an li dijî dîktatoriyeta rejîma “Be’is” ya Sûriyê, pêşeroja Kurdan di vê şoreşê de û di Sûriyê de, derket rojevê. Gerrek Kurdan çava rêkxistinên xwe kiribana ku bikariban hebûna xwe ya netewî misoger bikin, di Sûriyeya pir ji şer û pevçûn, ku bi destê şerê navxweyî ve di dinale.

Bêguman waneya yekemîn û herî girîng ya dîroka Kurdistanê eva bû ku, hemû hêzên Kurdî bi yekdengî û bi hevre, bo diyarîkirina mafê qedera xwe li Kurdistana Rojava xwe berhev û amade bikin, lê di sedsala 21’an de jî, serbarê lihev civiyana aliyên Kurdî bona birêveberiya pêşeroja vê para Kurdisyanê, û hewcehiya yekdengî û yekgirtîbûna wan, careke din hewlên ku hatine dayîn tevî bê encambûnê berbirû bûn.

Partiya Yekitiya Demokratîk “PYD” yek alî û bê pişikdarkirina hêz û aliyên din, ku beşeke berçav jî Rojavayê Kurdistanê pêk tînin, di despêkê de sîstema “Kantonan” damezirand û di demsala Bihara îsal de jî, pergalka “Federaliyê” bo Rojava û Bakûrê Sûriyê îlan kirin, lê vê carê jî bê pişikdarkirina hêz û aliyên din ên Kurdî.

Mixabin ew pêkhateya siyasî ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin û birêveberiya Kurdistana Rojava dike, amadeya tevî hemû pêkhateyên din li Sûriyê û herêmê rêk bikeve û kar bike, xincî hêzên din ên Kurdî ku tewahiya xalên wan ên netewî hevpar û bihev re ne.

Eva jî xaleke lewaz e ku nebûna piloralîzma siyasî nîşan dide û herweha, peyrew nekirina demokrasiyê ye di despêka çûyîna ber bi pêkhateyek siyasî, di vê beşa Kurdistanê de.

Serbarê vê ku pir asayî ye ku ciyawaziya bîr û boçûnên siyasî di navbera hêzên siyasî ên Kurd li Kurdistana Rojava de hebe, bona çavaniya birêvebirina Rojavayê Kurdisanê, lê heya ku mala Kurdan di Sûriyê de teba û yekgirtî nebin, tê texmînkirin ku di pêşeroja siyasî ya Sûriyê de, û di qonaxa piştî rejîma Be’is û guherînkariyên pêşberî me de, Kurd xwediyê deskewtên berçav nebe. Ev pirasa han di pêşerojê de wê bo hemû parên Kurdistanê ducarî bibe, û gerek ji aliyê hemû hêzêzn Kurdistanê ve girîngî pêre bê dayîn.Tebayî û yekdengiya Kurdan li her beşeke Kurdistanê, bêgoman qursayî û giraniya dixe ser peyama Kurdan liser asta navnetewî û herêmî de.

Serbarê vê ku rexneyên zêde liser herdu aliyan heye liser çavaniya berbirûbûna wan tevî pirsên siyasî û çarenivîssaz li Rojavayê Kurdistanê, lê çavedêrên siyasî nîgeranê kêşe û alozî û yekgirtînebûna di nava mala Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê û wan guherînkariyan in ku, tên çavnihêrîkirin di vê para Kurdistanê de û di Sûriyê bi giştî de derkevin holê. Jiber ku niha hêvî û daxwaza civaka Kurdî li Kurdistana Rojava û parên din ên Kurdistanê, tebayî û yekdengiya Kurda ye di pêxema dabînkirina pêşerojek geş bo gelê Kurd di vê para Kurdistanê de.