Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulkerîm Lahîcî: Rewşa bendkiriyên siyasî di Îranê de ne baş e

22:33 - 24 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Ebdulkerîm Lahîcî serokê federasiyonba navneteweyî ya komeleyên mafên mirovan di nameyekê de bo Zeyd Re’id Elhuseyn komîserê bilind ê mafên mirovan a NY tevî pêşkêşkirina raporekê li ser rewşa nebaş ya tendirustiya hejmareke berçav ji bendiyên siyasî di Îranê de, karbidetsên Komara Îslamî bi vê yekê tometbar kirin, ku derheq dabînkirina hewcehiyên bendkiriyên siyasî di warê pizişkî de, xemsarî kirine.

Ew rapor bas ji canjidestsana aliyê kêm 50 girtiyan di sala 2003’an şûnda di girtîgehên Îranê de dike, ku di rewşeke ne asayî de, û bi sedemn cuda cuda canê xwe ji dest dane. Rapor piştre vê rewşa ne asayî di “lêdana paş çareseriya pizişkî û îşkence û nebûna çavdêriya pizişkî de” dibîne.

Ew rapor heya qala canjidets dana du bendiyên siyasî ên naskirî wekî “Ekber Mihemedî û Huda Sabir dike, ku renge berpirsyarên girtîgehê, renge bizanebûna nexwestibin ku di dema xwe de wan du kesan deman bikin”.

Di beşeke din ya vê raporê de bas ji rewşa nebaş ya hemarek ji bendkiriyên siyasî wekî Mihemed Sidîq Kebûswend, Zeyneb Celaliyan, Behare Hidayet, Nergis Mihemedî, Bêhnam Îmamzade, Ebdulfetah Sultanî, û Omîd Kewkebî fîzîknasê Ciwanê bendkirî û komek ji berndkiriyên siyasî ên din hatiye kirin, ku di warê cesteyî ve, di nava rewşeke dijwar de ne, û berpirsyarên rejîmê bi awayekî gellek ne hejî, di gel wan girtiyên nexweş de reftarê dikin.