Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korreke siyasî bo “Mesûd Tek” li bajarê Hambûrgê hate lidarxistin

20:00 - 25 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Koreeke siyasî liser rewşa xebata gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê, bo Mesûd Tek li bajarê Hambûrg ya welatê Almanê birêve çû.

Ligorî nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia yê, roja Yekşemî berwarê 24’ê Nîsanê, li bajarê Hambûrgê koreke siyasî bo Mesûd Tek sekreterê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê bi pişikdariya hejmarek zêde ji kesatî û nûnerên part û aliyên siyasî ên Kurdistanî û herweha endamên Komkar û Hizba Demokrat birêve çû.

Kor ji 3 tewerên “Vegeriyana PSK’ê û domandina xebatê li navxweyî Turkiyê û danûstanên wan tevî HAK-PAR’ê weke tayeke PSK’ê li navxweyî Turkiyê û kêşeyên di navbera wan de, û herweha şikesta Saykspîko û hewlên Herêma Kurdistanê bona avakirina dewleta Kurdî û rola nigetîv ya PKK’ê liser parên din ên Kurdistanê û destêwerdan û bi nedirust nîşandana û ezmûn wernegirtin jî derbazbûya xwe, û herweha pekxistina pirsa çereseriya Kurd li Bakûrê Kurdistanê, pêk hatibû.

Piştî bidawîhatina gotinên Mesûd tek, pişikdarên korê jî bi xistine berbas ya pirsyar û dîtingeh û pêşniyarên xwe, kor dewlemendtir kirin.

Hewceyî basê ye ku endam û alîgirên Hizba Demokrat, di dema serdana bajarê Hambûrgê de, bi germî pêşwazî ji Mesûd Tek kirin.