Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî peywendiyên “Encumena Nîştiman ya Kurd li Sûriyê” serdana Deftera Nûneratiya Hizba Demokrat li Hewlêrê kir

20:02 - 25 Nîsan 2016

Kurdistanamedia: Heyetekî peywendiyên Kurdistanî ên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, serdana Deftera Nûneratiya Hizba Demokrata Kurdistanê li Hewlêra serbajarê Herêma Kurdistanê kirin.

Roja Yekşemî 24’ê Nîsanê heyetekî peywendiyên Kurdistanî ên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê bi serperestiya “Dr. Mehmûd Erebo” serdana Deftera Nûneratiya Hizba Demokrat li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeta Hizba Demokrat bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” endamê Komîteya Nawendî û berpirsê peywendiyên Hizba Demokrat li bajarê Hewlêrê ve, hatin pêşwazîkirin.

Di despêka vê çavpêketinê de basek siyasî liser rewşa hestyar ya Rojhilata Navîn û bandora Fakterên herêmî û navdewletî liser rewşa gelê Kurd, ji aliyê Mihemedsalih Qadirî ve hate pêşkêşkirin û piştre navbirî liser hevahengî û yekrêziya Kurdan li herçar parên Kurdistanê, di pêxema bidestxistina mafên Kurdan, tekez kir.

Piştre serokê Şandeya mêhvan Dr.Mehmûd jî nêrîn û dîtingeha Hizba Demokrata Kurdistanê li ser mijarên netewî bilind nirxand û paşan çend mijarên derheq bi rewşa Rojavayê Kurdistanê, xist ber bas.

Di daviya vê civînê de, her du aliyan liser berdewamiya tekiliyên dualî ên di navbera xwe û hevkariyên tevalî, pêdagirî kirin.

14551.JPG