Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî xweşnav û welatparêz ê Kirmaşanê koça dawiyê kir

22:20 - 26 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: “Ebdullah Nadirî Sebze” kesayetiyekî xweşnav û welatparêz ê Kurd li herêma Dalaho ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, “Ebdullah Nadirî Sebze” kurê “Keyxuda Seyfulla Sebze” li herêma “Doşmiyana Qelxanî” bi yekcarî xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Kak “Ebdullah Nadirî Sebze” ku neviyê Elî Qelxanî, avakerê tayifeya Qelxanî bû, heya dawiya jiyana xwe, parêzerê canê xelkê, û kiyana Dalahoyê bû.

Piştî hatina rejîma Îslamiya Îranê, rûniştiyên Kurd ên Yarsanî ku di Dalaho de akincî bûn, ketin ber êrîşa rejîma Îranê.

“Ebdullah Nadirî Sebze” roja Yekşemiyê 5’ê Banemerê di temenê 93 saliyê de koça dawiyê kir.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarê “Ebdullah Nadirî Sebze” û hemû rûniştiyên herêma Dalaho, û xwe di xema wan de şirîk û hevbeş dizane.