Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Namehsûs bi awayê Mehsûs (Eşkere) diziyê dike

22:13 - 27 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Gelaleya Polîsê Namehsûs ku ji aliyê Hêza Întizamî ve hatibû darêtin, piştî destbikarbûna xwe, bi eşkere dest awêt dîzîna kelûpel û tiştên xelkê.

Malpera “Tabnak”ê di vê derheqê de ragehand ku, roja Sêşemî berwarê 26’ê Nîsanê, çend kes xwe bi Polîsê Namehsûs didin nasîn û li derveyî parêzgeha “Hormozgan”ê pêşiya tirumbêlên xelkê deverê girtine û dest awêtine diziya kelûpel û tiştên xelkê.

Wan kesan di kincên asayê de (Libas şexsî) bi hilgirtina hêmaya “Bisekine” tirumbêlên xelkê sekinandine û piştre pere û kelûpelên wan dizîne.

Eva di demekî de ye ku gelaleya Polîsê Namehûs ku ji aliyê Hêza Întizamî ve bona parastina ewlehiya xelkê hatibû darêtin, niha bûye henekên xelkê û dijkiriyar û nerazîbûnên zêde di nava torên civakî de bi dû xwe re aniye.

Her di vê derheqê de Cîgirê Karûbarên Jinan di dewleta Rûhanî de jî, di kanala “Têlêgram”a xwe di li hember vê gelaleyê nerazîbûna xwe anî ziman.

Li gorî gotina “Husên Seccadî Niya” fermandarê polîsê Tehranê, kar û çalakiyên “Polîsê Namehsûs” kar û çalakiyên “Geşta Êrşad” li bajarê tehranê “Kamil û Temam” dike.