Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDK Îranê bi boneya bûyera erdhejê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat

18:34 - 12 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDK Îranê bi boneya bûyera erdheja parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li Îranê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:


Mixabin demjimêr 5:05’ê êwara roja Şemî, berwar 11’ê Tebaxa 2012’an, erdhejek bi pileya 6.2 rîşter li deverên Azerbaycana Rojhilat bi taybetî bajarên Eher, Herîs, Werziqan û Kelîber û herweha gundên ser bi wan bajaran hejkand û xesarên canî û wêraniyên zêde jixwe bicih hiştin.
Li gor nûçeyan, heya niha di wê bûyera sirûştî de pêtirî 250 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîk 2000 kes jî birîndar bûn. 12 gund bi tewayî jinav çûn û nêzîk 100 gundan jî tûşî xesarê bûne.
Zanyariyan eşkere kiriye ku demjimêr 4 û 50 xulekan erdhejek din parêzgeha Urmiyê, Gîlan, Zencan û Erdebîl hejand ku xesarek ji wan deveran enehatiye ragihandin.
Deftera Siyasî a PDK Îranê tevî dilêşiya xwe ji wê bûyera sirûştî û can jidestdana hejmarek hevnîştimaniyên me, sersaxiyê dide malbatên goriyên bûyerê û hevxemiya xwe bi wan nîşan dide û hêviya çêbûna her çiqas zûtir a birîndaran dixwaze.

Di vê pêwendiyê de em bi erkê hemû aliyekê dizanin ku bi hewara xesardîtiyan ve herin û di vê rewşa nexweş de alîkar û piştevanê wan bin.


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

12’ê Tebaxa 2012’an


Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê