Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“De Mistura”: Di bin agirê mûşek û bombeyan de gotûbêj nahê kirin

21:18 - 28 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Nûnerê NY bo karûbarên Sûriyê dibêje, di çend rojên borî de, di her 25 deqeyan de, hevwelatiyekî sûriyê, di encama şer de hatiye kuştin.

“De Mistura” roja borî bo nûçegihaniyan ragehand ku: “Gelo em dikarin derheq aştiyê de gotûbêjê bikin, di demekê de ku berdewam em dibihîsin ku şer berdewam dike, û tenê di 2 rojên borî de, di her 25 deqeyan de, hevwelatiyekî Sûrî hatiye kuştin?”.

Navbirî di beşeke axivtinên xwe de dibêje: “Bona vê ku em gotûbêjên xwe bidomînin, hewce ye ku agirbesek baş bê ragehandin, ku tu yek ji aliyan nekarin vê agirbesê têk bişkînin”.

Şerê navxwe yê Sûriyê heya niha, aliyê kêm 500 hezar kuştî li pey xwe hebûne.

“De Mistura” herwisa daxwaz ji Waşington, Mosko, hêzên dijber û alîgirên Beşar Esed kiriye, ku pêş destpêkirina gotûbêjan, rûniştineke taybetî di nav xwe de, encam bidin.

Komara Îslamî di heyama 5 salên borî de, bi awayên cur bi cur, palpiştiya rejîma Beşar Esed kiriye, û heya hinek caran mana Beşar Esed bi xêza (hêla, xeta) sor a xwe hesibandiye, pirsek ku wekî beşa herî hetsiyar ya gotûbêjan xwe nîşan dide.