Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bursa ya welatê Turkiyê teqînek çêbû

21:21 - 28 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Di mezgevta “Ulu Camî” ya bajarê Borsa ya welatê Turkiyê de, teqînek xwekujî çêbû, û di encam de kesekî canê xwe ji dest da, û 7 kesên din jî birîndar ketin.

Roja Çarşemî berwarê 27’ê Nîsanê, demjimêr 5 û niv ê êvarî, li taxê Marmara” ya bajarê Borsayê, ew teqîn çê bû û di encam de kesekî jiyana xwe jidest da û 7 kesên din birîndar ketin.

Hatiye ragehandin ku teqîn li ber deriyê Rojavayê mizgevê çê bûye û bi sedema bihêzbûna teqînê, xisarên mezin gehîştine dûkan û awahiyên derdorê.

Ev teqîna bihêz ku tê texmînkirin teqînek xwekujî be û ji aliyê jineke temen 25 salî ve hatbe encamdan, bûye sedema tirs û nîgeraniya xelkê deverê, û akinciyên nêzîk cihê teqînê heya heyamekî mal û dukanên xwe bi cih hêlan û li cihê teqînê dûr ketin.