Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafireke din a şereker ya arteşa Îranê kete xwar

21:48 - 28 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Di doma rewta ketina balafiran li Îranê de, balafireke şerker a hêza esmanî a rejîmê li Îsfehanê kete xwar.

Li gora raporan, ew balafir ji cureya F7 û berhema Amerîkayê bû. Ew balafira şerker roja 8’ê Banemerê di binkeya heştem a şikarî a hêza esmanî a arteşê li Îsfehanê, firîna xwe ya ceribandinê dest pê kir, û piştî heyameke kurt, bi sedema kêmasiyên teknîkî , tûşî kêşeyê bû, û kete xwar, lê herdu balafirvanan bi pereşûtê xwe rizgar kirin.

Di rapora nûçegihaniya Fars a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst de hatiye: “ew balafira şerker bi 2 sernişînan ve demijimêr 9:15 a sibezûya Çarşemiyê ji firokexaneyê ve rabûye, û demjimêr 9:58 ji çiyayên “Naîn” (40 km bajarê Naîn) kete xwar.

Vê raporê ew yek jî zêde kir ku ew balafirên şerker ber bi qada “Tîrê Enarek” rabûye, û dibêje ku bi sedema bi sedema çolewarbûna cihê ketina balafirê ew bûyer tu xisarek li pey xwe tunebûye.

Xirapiya berhemên pîşesaziyê ên esmanî û destewestanmana rejîmê di nûjenkirina wan de, û bêşiyaniya navxweyî di berhemanîn û guherîna perçeyên rizî ên balafiran, û herweisa gemaroyên navnetewyeî li ser kirîn û hinartina çek û teqemeniyan bo Îranê, bûne sedema vl ku di çend salên borî de, hemû cureyên firokeyan, çi neferhilgir û şerker, bi berdewamî ewlehiya firînê di esmanê Îranê de têk dane, û dilekutêyeke cidî derheq şiyana şerê hêza esmanî ya rejîmê di hole de ye.