Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran çekên giran li Kurdistanê cihgîr dike

21:50 - 28 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Piştî peyama Newrozî ya Hizba Demokrata Kurdistanê û ragehandina pêvajuyeke nû ji xebatê, hêzên Sipaha Pasdaran çek û teqemeniyên giran û nîv giran li deverên sînorî ên Urmiyê cihgîr dike.

Ligorî nûçeya gehiştî destê malpeya Kurdistanmedia yê, hêzên Sipaha terorîst ên Pasdaran, bi merema berbirûbûna çalakî û biryarên Hizba Demokrata Kurdistanê, çek û teqemeniyên giran û niv giran li herêma “Tirgewer” ya ser bi bajarê Urmiyê cihgîr dike.

Çavkaniyên haydar dibêjin ku Sipaha terorîst ya Pasdaran, bi damezirandina topxaneyê li herêma Tirgewer, hewla mêlîtarîzekirina deverê û rêbanan dide.

Çavkanî herweha da zanîn ku Sipaha Pasdaran akinciyên deverê haydar kiriye ku heya 40 km, ji xala Sifir ya sînorî dûr nêzîk nebin.

Piştî ragehandina peyama Newrozî ya Hizba Demoktara Kurdistana Îranê ji aliyê Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê vê Partiyê ve, hêzên Sipaha Pasdaran li piraniya Kurdistana Rojhilat ketine rewşa avarte û amadebaşiyê de.

Sekreterê giştî yê HDKÎ di peyama xwe de ragehand ku, “Peyama me di cejna Newrozê de eva ye ku, deng û şiyanê xwe li bajar û çiya lihev bixin, bona avakirina hêzeke qahîm û çarenivîssaz, da ku jiyaneke nû ji mere binivîse, jiyanek dûr ji serîtevandin û bê mafiyê”.

Mistefa Hicrî herweha daxwaz ji xortên Kurdistanê kir ku, bi merema jinû ve destpêkirina jiyana bi serbilindî û bidawîanîna serşorî û paşketinê, tevlî refên pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bin.