Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlementoya Îraqê dest bi ser de hate girtin

20:59 - 1 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Bi dehan hezar hevwelatiyên Îraqî, piştî çûna bo nav navçeya kesk a Bexdayê, dest bi ser parlementoya wî welatî de girtin.

Roja borî navçeya kesk a Bexdayê bû qada alîgirên bihêrs (tûre, kerbvebûyî) ên rewta Muqteda Sedr, û rewşa vî bajarî neasayî hate ragehandin.

Neraziyan bi hilgirtina alaya Îraqê, û pilakardan, daxwaza reformên berfireh û bingehîn di deshilata niha ya Îraqê de kirin.

Hemû endamên parlementoyê jî, ji tirsê xelkê nerazî, parlemento bi cih hêlan, û ji navçeya Kesk, ku cihê nawendên dewletî ên Îraqê ye, derketin.

Di heyama rojên borî de, bi hezaran hevwelatiyên Îraqî, li pişt navçeya kesk dest bi girevê kiribûn, û reformên Heyder Îbadî, serokwezîrê Îraqê bi baş û tewaw nedizanî, û daxwaza avakirina hikûmeteke teknokirat ya giştgîr dikirin.

Li roja 11’ê Banemerê, parlementoya Îraqê, di hewla vê yekê de bû, ku bona behskirina li ser wezîrên pêşniyarkirî ên Heyder Îbadî, rûniştinekê pêk bîne, û rîzbenda hemû wezîrên pêşniyarkirî tewaw bike, lê bi sedema destbiserdegirtina parlementoyê ji aliyê hevwelatiyên nerazî ên Îraqî ve, ew civîn bo hefteya bê hate paşxistin.

Ew xwenîşandan, herçend ku li ser daxwaza Muqteda Sedr hate encamdayîn, lê ragehandinên Îraqî, belav kirin ku Muqteda Sedr daxwaz ji xwenîşanderan kir, ku parlementoyê vala bikin.

Ofîsa NY û balyozxaneya Amerîkayê, di navçeya kesk a Bexdayê hilketine.

Meşvan ser bi melayê navdar ê Şî’eyan Muqteda Sedr bûn, û navçeya kesk a Bexdayê jî stargeha piraniya wezîran û balyozxaneyên bîhanî ye.

14596.jpg

14597.jpg