Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Dîlok û Nisêbînê çend teqîn pêk hatin

21:07 - 1 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Şer û pevçûnên di Bakura Kurdistanê de berdewam in, û îro jî çend teqînan bajarên Bakura Kurdistanê hejandin.

Li gora nûçegihaniyan îro Yekşemiyê teqînek li nêzî avahiya walî û polîsê bajarê dîlokê rû da, û li gora zanyariyên detspêkî kuştî û birîndar hene.

Li gora daxuyaniya waliyê Entabê, trombîleke bombebarkirî li pêşberî avahiya walîtiyê binkeya polîs teqiya, û zirareke zaf gehande derdorê û kuştî û birînfar jî hene.

Li gora hin çavkaniyên din jî piştî teqînê şer û pevçûn di navbera polîsan û hejmarek ji çekdaran d erû daye, û di encama pevçûnê de, polîsek hate kuştin, û 13 kes jî birîndar bûn, ku ji wan 13 kesan 9 polîs in.

Li gor agahiyan, vê sibê li navçeya Nisêbînê dema leşkerên artêşa Tirkiyê hewl didin dakevin nava taxên navçeyê li kolana Çag, teqînek çêbû, û di encamê de 3 leşker Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.