Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnivîsa pirojeyasayekê li dijî rejîma Îranê, di kongireya Amerîkayê de ye

21:09 - 1 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Nûnerekî eyaleta Vîrciniyayê, pêşnivîsa pirojeyasayekê teslîmî kongireyê kiriye, ku reftara Îranê di kendavê de, têkderane bi nav dike.

Li gora rapora nûçegihaniya “Associated Press”ê, nûnerekî Komarîxwaz di meclsa nûneran a Amerîkayê de, pêşnivîsa pirojeyasaya tehrîmkirina Îranê di kendavê de, ji kongireyê re şandiye.

Nûnerê Vîrcîniyayê di kongireya Amerîkayê de, di vê pirojeyasayê de bas ji vê dike, ku hebûna hêzên leşkerî ên rejîma Îranê di kendavê de, têkderane ye, û dibe ku tehrîmên nû bi ser Îranê de bêne sepandin.

Navbirî ragehand ku rejîma Îranê guh nade yasayên navneteweyî yên deryavaniyê, û manorên leşkerî ên wan di kendavê de jî, têkderane ne.

Di doma pêşnivîsa vê pirojeyasayê de hatiye, ku hêzên çekdar ên Amerîkayî di nava avên navneteweyî de, ji aliyê Spaha Pasdaran a Îranê ve bi dîl hatibûn girtin.

Di dawiya vê pêşnûsê de daxwaz ji dewleta Amerîka hatiye kirin, ku bersiveke tund bidin reftarên metirsîdar û xeyrî pîşeyî, ên rejîma Îranê.