Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malpera “Amazon”ê hisaba bikarber ya hejmarek ji karbidestên Îranî da sekinandin

21:12 - 1 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Roja Înê 29’ê Nîsanê malpera navdewletî ya “Kirîna bi awayê Online” yê bi navê “Amazon”ê ragehand ku, hisaba bikarber ya hejmarek jî rayedarên fermî yên rejîma Îranê, daye sekinandin an ku helpesartiye.

Hate ragehandin ku, ev rayedarên Îranî ew kes in ku, li gorî dorpêçên Amerîkayên ên liser Îranê, her cure çalakiyeke aborî ji wan re hatibû qedexekirin.

Malpera “Amazon” di raporekî de ragehand ku, kompaniya wan hisaba taybet bi hejmarek ji balyozxaneyên rejîma Îranê di welatên curbicur de, ku bona kirîna kelûpel u hewceyîyên xwe, mifah ji kompaniyaya wan disitandin, daye sekinandin.

Hate ragehandin ku, buhaya ew kelûpelên ku rayedarê rejîma Îslamî ya Tehranê, di Çileya Paşîn ya sala 2013’an heya Adara 2016’an, ji rêya kompaniya “Amazon”ê ve bidest xistine, digîje 110 hiza Dolarî.

Ew balyozxaneyên ku hisabên wan hatine sekinandin, balyozxaneyên rejîma Îslamî ya Îranê li welatên Japon, Almaniya, Firansa, Îspaniya, Otrîş û herweha welatê Çînê ne.

Rapor vê yekê eşkere dike ku, wan rayedarên fermî ên rejîma Tehranê, berê dikarin ji rêya kompaniya wan ve, kelûpel û hewcehiyên weke, pirtûk, alavên mûzîkê, pûşak, kelûpelên navmal û aşpêjxanê, kelûpelên bêhdaştî û cûwankariyê, kelûpelên îdarî, alawên elektrîkî û herweha kelûpelên tirûmbêlan, ji xwe re dabîn bikin.