Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijkiryarên li hemberî “Bercam”ê berdewam in

21:50 - 1 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Cîgirê nûnerê Elî Xamineyî di Spaha Pasdaran de ragehand ku, “Heya niha heyeta çavedêrî bi ser Bercamê de, tu mifahek nebûye”.

Axûnd Ebdulla Hacî Sadiqî cîgirê nûnerê rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî di Spaha terorîst ya Pasdaran de, ji rêya “Raja News”ê ve ragehand ku, “Heyeta çavedêriya bi ser bercamê bê mifah e, û hewce ye ku heyeta navbirî hekî bo carekê jî be, pêngaveke erênî bavêje”.

Ebdulla Hacî Sadiqî ev pasîvbûna han bi nîşaneya rast u dirustbûna reşbîniyên Xamineyî derheq bi bercamê da zanîn, û tekez kir ku, “Ez hêvî dikim ku ev kesên ku di xeva şirîn de ne(Alîgirên dewleta Rûhanî) ji xevê rabin.

Her di vê derheqê de çend rojan berî niha nawenda nûçegihaniya “Besîc” ji ziman pasdar Yedulla Cewanî ve ragehand ku, “Riftarên Amerkîkiyan di heyva derbazbûyî de, û bitaybetî piştî vajûkirina Bercamê, li hemberî Îranê dujminkarane bûye, û berdewam di hewla mifahwergirtina ji Îranê ye.

Dîwana Bilin ya Amerîkayê roja 20’ê Nîsanê dest bi ser 2 milyard Dolar ji pereyên bilokekirî ên rejîma Îslamî ya Tehranê de girt, û wê wan pereyan weke “Xerame” bide malbatên qurbaniyên kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê, eva jî bûye sedema zêdetir kûrbûna kêşe û nakokiyên di navbera balên nava deshilata rejîma Îslamî de.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed cewad Zerîf her di vê derheqê de nameyek bo serokê rêkxistina “NY” Ban Kî Mon şand. Bersiva nemaya Zerîf ji aliyê berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê hate dayîn, û tê de tekez hate kirin ku, berevajî gotinên Wezîrê Karê Derve yê Îranê, yasayên Amerîkayê teba ne, tevî yasa û rêsayên navdewletî.