Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sefera Wezîrê Aboriya Almanê bo Îranê hate hiloşandin

22:13 - 2 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Wezîrê Aboriya Almaniyayê ku hevdem cîgirê Şêvirmendê Almaniyayê Angêla Mêrkêl e, serdana xwe ya bo Îranê hiloşandi.

Qirar bû ku Îro 2’ê Gulanê “Zîgmar Gabriyêl” ê Wezîrê Aboriya Almaniyayê ku hevdem cîgirê Angêla Mêrkêl e, serdana Tehranê bike, lê serdana xwe hiloşand, û hevdem rayedarên Almaniyayê ragehandin ku, sefera navbirî bi sedema nesaxiyê û baş nebûna rewşa saxlemiya navbirî hatiye hiloşandin.

Zîgmar Gabriyêl qirar bû ku tevî heyetek 150 kesî ji xwedî pîşe yê Almaniyayê dakevin Tehranê, û eva jî bibû sedem ku rayedarên Îranî dilxweş bin bi serdana heyeta Almanî.

Hatibû ragehandin ku Zîgmar Gabriyêl wê tevî “Elî Teyib Niya” yê Wezîrê Aboriya dewleta Hesen Rûhanî çavpêketinê encam bide.

Lê serdana Zîgmar Gabriyêl tevî dijkiryar û nerazîbûna hizb û aliyên siyasî ên Almaniyayê berbirû bû, bitaybetî nerazîbûnên berfireh ên aliyên nava partiya Sosyal Demokrat ya Almaniyayê, ku partiya Zîgmar Gabriyêl bi xwe ye.

Aliyên nerazî li hemberî serdana Zîgmar Gabriyêl bo Îranê liser vê baweriyê ne ku, gerek perepêdan û geşandina têkiliyên aborî tevî Komara Îslamî, tevî mijara binpêkirina mafê mirov di Îranê de, bên girêgan.

Eva di demekî deye ku di bereberê sefera xwe ya bo Îranê de, Wezîrê Aboriya Almaniyayê serbarê vê ku rewşa mafê mirov di Îranê de weke pirsgirêkek mezin da zanîn, ragehandibû ku, gerek kompaniyayên Almanî di dema sermayegozarî an ku berhemanîna di Îranê de, mijara mafê mirov berçav bigirin.