Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirbesa Sûriyê di metirsiyê de ye

22:14 - 2 Gulan 2016

Kurdistanmedia: “Can Kirî” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, derheq bi alîkariya digel Rûsiyê, bona ser ji nû raghandina agirbesê, ragehand ku em hêvîdar in hewlên me ser bigrin.

Li gorî nûçegihaniyan, zêdetir ji 250 kes di van rojên dawiyê de, li şer û pevçûnên li Helebê de hatine kuştin, lewra nîgeraniyên derheq bi têkçûna bi tewahî ya agirbesê heye, û ew nîgeranî bûye sedem ku Amerîka hemû hewlên xwe bi kar bîne, da ku cardin aliyên şer biryara agirbesê cîbicî bikin.

Can Kirî roja Yekşemiyê bona encamdana gotûbêjên bilez çûye bajarê Jinêvê, da ku bi “De Mistura” re rûnê. Tê çaverêkirin ku “Lavrov” jî here Jinêvê.

Can Kirî ragehand ku em hêvî dikin rejîma Sûriyê guhê xwe bide boçûnên piştevanê xwe yê herî mezin wate Rûsiyê.

Li gorî nûçegihaniya “Associated Press”ê, Amerîka di hewla vê yekê de ye ku, li Heleb û derdora wê , “herêmeke ewle” ava bike, ku xelkê sivîl û girûpên neyar ên nermrew bikarin li wir cihgir bin, û jiyana wan bihê parastin. Lê heya niha nediyar e ku gelo Mosko û Dîmeşq wê pêşwaziya ji vê pilana Amerîkayê bikin yan na.

Amerîka dibêje ku kirîza Sûriyê bi riya leşkerî nahê çareserkirin, heçend ku bixwe nêzî bi 300 kes ji hêzên taybet ên Amerîkî şandiye bo Rojavaya Kurdistanê.

Hevdem roja Yekşemî 1 Gulanê Ebdulmelik el-Mexlafî yê Wezîrê Karê Derve yê yemenê ragehand ku, êdî dewleta Yemenê bi sedema binpêkirina çend carî ya agirbesê ji aliyê çekdarên ser bi Hûsiyan ve, danûstanan didin sekinandin û maseya danûstanên Kowêytê bi cih dihêlin.