Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanya, Îraniyekî dadgehî dike

20:54 - 4 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Dadgehîkirina Îraniyekî di Almanyayê de, bi tometa beşdariya di cinayetên şer de dest pê kir.

Li gor nûçegihaniyan, Arya Lacewerdî ku hemwelatiyê Almanî ye, û di eslê xwe de Îranî ye, temenê wî 21 sal e, û di buhara sala 2014’an de, wêneyeke di Facebook a xwe de belav kir, ku di wê wêneyê de, serê du mirovan jî xûya dike, ku hatiye jêkirin.

Di vê derheqê de dadageha pêdeçûnê ya Firankfortê, Arya Lacewerdî bi tometa cinayetên şer dadgehî dike.

Ew ciwanê bi eslê xwe Îranî di meha October a sala 2015’an de hate girtin, û tê payîn (gumana vê heye) ku navbirî di sala 2014’an de, bi armanca tevlîbûna girûpeke terorîstî serdana Sûriyê kiribe.