Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdarî bi Rûhanî hatiye dan ku nabe xwe kandîd bike

21:02 - 4 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Elî Tacirniya nûnerê reformxwaz ê meclisa şeşem dibêje ku hin kesên deshilatdar ku di pêkhateya deshlatê de gellek nifûz hene, bi Hesen Rûhanî ragehnadine ku nabe vê carê bibe kandîd.

Elî Tacirniya nûnerê reformxwaz ê meclisa şeşem di hevpeyvîna ligel rojnameya “Arman” ragehand ku stratejiya girîng ya “usulgerayan” ew e ku Hesen Rûhanî ji karê serkomariyê mandî bikin, lewra hemû riyekê bi kar tînin bona zext û givaşxistina li ser Rûhanî, da ku ew amade nebe ku xwe cardin kandîd bike.

Pêwendiyên di navbera Rûhanî û “usulgerayan” heyamek e ku seba lihevkirina navikî ya naskirî bi “bercame” têk çûye.

Hêjayî basê ye ku sala bê hilbijartina serkomariyê wê bi rê ve here, û her ji niha ve di torên civakî de, bas ji xweamadekirina Ehmedînijad tê kirin ku renge ew jî yek ji kandîdên posta serkomariyê be. Herçend ku reformxwaz dibêjin ku hekî Ehmedînijad vê carê xwe kandîd bike, heya nikare dengê “usulgerayan” jî bîne, çi bigihîje vê ku dengê pêwîst di nav xelkê din de bi dest bîne.