Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran: Hekî Amerîka li Gewriya Hormozê bibe gef li ser me, emê bo Amerîkayê pir bi tahlûk bin

21:06 - 4 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Cîgrê Fermandarê giştî yê Spaha Pasdaran derheq bi Gewriya Hurmozê ragehand ku, hekî Amerîka û hewalbendên wê, ji Gewriya Hormozê weke gefek bo ser Tehranê mifahê bisitînin, emê bibin gefek metirsîdar û bi tehrûk li ser wan.

Husên Selamy di hevpeyvîneke Telewizyonî de roja 3’ê Gulanê ragehand ku, “ Em hoşûdariyê didin Amerîka û hewalbendên wê ku hekî ji Gewriya Hormozê weke gefek bo ser Komara Îslamî mifahê bisitînin, emê yasaya “Hatin û çûyîna bê zirar”ya konwansyona deryayan bikar bînin, û wî çaxî rê nadin ku tu papor û gemiyek bihanî ku weke gef bo ser Îranê bê hesibandin, hatin û çûyînê di wan deran de bike.

Li gorî yasaya herêmên deryayî yê Rejîma Îslamî ya Îranê, “Hatin û çûyîna bê zirar” rê dide ku hemû hatin û çûyînek di wan avan de bê kirin, xincî keştiyên leşkirî, jêrderyayî yan ku keştiyên hilgirê sûxta etomî, yan jî çaxê ku bê zanîn li wan deran zaniyarî tên komkirin, yan xwe amadekirin û manor bên dayîn, wî çaxî êdî rê nahê dayîn.

Husên selametî tekezê dike ku, “Birastî hekî Amerîka bixwaze bibe gefek lise me, emê ji Amerîkayê re pir bitehlûk û metirsîdar bin.

Eva di demekê de ye ku di salên derbazbûyî de berdewam rayedarêm leşkirî ên Îranê, bona berbirûbûna welatên cîhanê, ji rêya Gewriya Hormozê ve gefan li welatên herêmê dixwen.

Heya niha tu dijkiriyarek ji aliyê Amerkayê ve li hemberî gefên Husên Selamy ve nehatine nîşandan, lê berê Amerîkayê bersiv dida û radigehand ku, em rê nadin Komara Îslamî û jê qebûl nakin, jiber ku “Navgana Pêncem” ya Amerîkayê li Behrêynê cihgîr e û hekî Komara Îslamî karek weha bikem bê guman wê bersivê bide.

Tê zanîn ku hekî Gewriya Hormozê bê girtin, bi awayekî demkî henardekirina Petrola Kendawê tê sekinandin, û eva jî dibe sedem ku 40%ê ji hewcehiya petrola cîhanê, ku ji wê Gewriyê derbaz dibe, kêm bibe.

Husên selamî herweha radigehîne ku Amerîka bûye sedema şer û alozî û têkçûna ewlehiya welatên herêmê bitaybetî welatên weka Îraq û Sûrye û Lîbî û Yemen.