Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawûdoxlû: Egera vê yekê heye ku em hêza bejayî bişînin Sûriyê

20:37 - 5 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Turkiyê Ehmed Dawûdoxlû ragehand ku, hekî hewce be bona berbirûbûna Dewleta Îslamî, emê hêza bejayî bişînin Sûriyê.

Serokwezîrê Turkiyê di hevpeyvînekî xwe de tevî kanala El-Cezîrê ragehand ku, biryarnameya pejirandî ya Şêvra Ewlekariya rêkxistina “NY” rê dide Turkiyê ku bona parastina xwe û şerê tevî DAÎŞ’ê û aliyên din, dakevin nava axa Sûriyê.

Dawûdoxlû tekez kir ku hekî hewce be û em neçar bimînin, wê hêza bejayî bişînin Sûriyê, û em amade ne ku bona parastina Turkiyê û berevaniya ji xwe, li hundir û derveyî axa Turkiyê şer bikin.

Eva di demekî de ye ku di çend rojên derbazbûyî de, bajarê sînorî yê Turkiyê yê bi navê Kêlîsê, bûye armanca Rokêt û mûşekên Dewleta Îslamî, û eva jî bûye sedem ku, Receb Teyîb Erdoxan ê serkomar jî bêje ku, Turkiye wê bersiva wan Rokêt û Mûşekan bi tundî bide, ku dewleta Îslamî li bajarê Kêlîsê dixe.

Erdoxan tekez kir ku hekî Dewleta Îslamî li ser êrîşên xwe ên ser bajarên sînorî ên Turkiyê berdewam be, wê zirarên gellek mezin bibîne.