Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê daxwazê dike ku “Ehrar Şam” û “Cêyşul Îslam” bikevin nava lîsteya terorê ya “NY”

20:40 - 5 Gulan 2016

Kurdistanamedia: Serbarê vê ku berî jî Rûsiyê daxwaz kiribû, cîgirê Wezîrê karê Derve yê Rejîma Îslamî ya Îranê, di sefera xwe ya bo Moskoyê de daxwaz kir ku, her du girûpên Ehrar Şam û Cêyşul Îslam li Sûriyê bikewin nava lîsteya terorê ya rêkxistina “NY” de.

Husên Emîrebdullahiyan dî civîna xwe yê tevî “Mîxayîl Bogdanf” ê cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyayê ku hevdem nûnerê serkomarê welatê xwe ye di karûbarên Rojhilata Navîn de tekez kir ku, du girûpên tundrew ên Îslamî ên bi navên Ehrar Şam û Cêyşul Îslam ku dijberê rejîma Beşar Esed in, gerek weke du girûpên terorîstî bên nasîn.

Cîgirê Wezîrê karê Derve yê Rejîma Îslamî ya Îranê di civîna xwe de ragehand ku, mixabin hinek welatên ku di girûpa welatên piştevanê rejîma Esed de endam in, girîngiyê nadene pêşniyar û şîretên Îran û Rûsiyê lidor diyarîkirina lîsteya girûpên terorîstî di Sûriyê de.

Eva di demekeî de ye ku agirbesa ku di demsala Zivistana derbazbûyî de liser destê Amerîka û Rûsiyê di navbera alîgirên Beşar Esed û dijberên wî de derket holê, tenê du girûpên Dewleta Îslamî û Cebhet El-nusre li xwe nagire, wate hemû aliyek, şer disekinînin û hevdem hemû dikarin li wan du girûpan bixin.

Rejîma Îslamî ya Îranê Îdi’a dike ku Ehrar Şam û Cêyşul Îslam ji aliyê Erebistana Si’ûdî û hinek welatên din ên Erebî ve tên piştevanîkirin, û gerek ev du girûp jî bikevin nava lîsteya terorîstî ya rêkxistina “NY” de.