Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirêşer li Bakûrê Kurdistanê…

18:37 - 7 Gulan 2016

Ebdullah Hicab

Li Bakûrê Kurdistanê, agirê şer ketiye nava malên xelkê û kolanên bajaran. Renge di şerê wan sî û çend salênderbasbûyî de şerê wan çend heyvên dawî,yê herî bi xwîn, dijwar, bi êş û azar û tije bombe û dûman bûbe.Daxuyaniyên bi kîn û gefên tune kirinê ku her roj ji zimanê karbidestên dewleta Turk ve tên dubarekirin, nîşan didin ku carê hêviya aştiyê nîne. Berevajî tirsa hindê heye ku şer hêj bi xwîn, bi bandor û bi dijwarî berdewam bike û guriya agir gelek cîh û deverên din jî bigre.

Gelo rewşa niha ji ber kîna Erdogan piştî ku beşa zêde ji xelkê Bakûrê Kurdistanê deng neda siyaseta wî hate rojevê? Gelo artêşa turk bi xeyala ku dubare mîna salên 90-an bandora xwe li ser siyaseta sivîl zêdebike, dest bi şer kir? Gelo aliyên neteweperest û tundajoyên di nava partiya AKP’ê de, bi ser aliyên nerm û guhertinxwaz de bi ser ketin û xwestin serketina xwe bi xurtkirina şer li dijî gelê kurd, nîşan bidin? Gelo çavsoriya neteweperestan rê neda ku pirsa kurd bi awayê aştiyane were çareserkirin? Gelorewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Turkiye ji wê hindê tirsand ku niha piştî Sûriyê, êdî kurdên Bakûr serî hildin? Gelo şerê netirsane yê pêşmerge û şervanên kurd li hember DAÎŞ’ê, tirs xiste dilê Erdogan û ev xiste nava lez û bezê ku rê nede kurd bi yekdengî bibin xwediyê statûyek cuda di heremê de? Di nava tevgera Kurd de, hesabên PKK’ê ji bo serhildana gel li Bakûrê Kurdistanê şaş derketin? An serketina bê hempa di hilbijartina Palemanê li Hezîrana 2015’ê HDP û siyasetvanên kurd xiste nava hilsengandineke kurtbîn jirewşa Bakûrê Kurdistanê? Û bi dehan pirsên din ku her yek ji wan dikare çend bersivên cuda hebin….

Her yek jiwan pirsên li jêr, dikare weke yek ji sedemên destpêkirin û kûrbûna şerê ku niha li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin bê niqaşkirin. Renge jî têkhilkêşa çend ji wan sedeman, rê ji ber şerê niha xweş kiribe. Lê sedem her çi be, encam li ber çavan e.

Di nava demek kin de bi sedan cenaze ji kurdan û ji artêş û polîsên tirk ketin qadan. Bi dehan şûnwarên dîrokî ku weke koka hebûna neteweyek xwedî dîrok û şaristanî dihatin dîtin, kawil bûn, gelek navendên bajarên Kurdistanê bûne qada şer. Bi sedan hezar kes ji mal û jiyana asayî qut bûn, û niha aware û perîşan vir de wê de koçber in. Niha nîva bajêrên Kurdistanê di nava agir û dûmanê de dişewitin û nîva din di nava tirs û bêhêvîtiyê de li bendê ne ka siberojê wê çi bê serê wan.

Dewleta tirk bi tundutîjiya ku li hember civaka sivîl û gund û bajarên Kurdistanê dimeşîne, bi kiryar nîşan dide ku xwediyê heman zêhniyetê ye, ya ku cîranên wê yêndîktator li hember dijberên xwe hene. Ew zêhniyet ji nêrîn û reftara ku Bişar Esed li Sûriyê dimeşîne, ne cuda ye. Wêne û belgeyên ku ji qadên şer li bajarên Bakûrê Kurdistanê tên, wê rastiyê nîşan didin.

Hovîtiya dewleta tirk li hember gelê kurd ne bûyerek nû ye. Lê di wan salên dawî de, li cem hin derûdoran nêrînek çêbibû ku Tayyip Erdogan qaşo dixwaze, rêbaza berê ya siyaseta Tirkiyê li hember gelê kurd biguhere. Hin guhertinên rûkeş weke vekirina hin xwendingehên taybet ji bo zimanê kurdî, damezirandina televizyona kurdî û destpêkirina pêvajoya gotûbêj bi PKK’ê re weke nîşaneyên wê nêrîna nû dihatin dîtin. Lewma beriya şerê wê carê, îmacek nû yan nêrînek nû li ser dewleta tirk çêbibû ku ew hêvî dida êdî pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê bi awayê aştiyane were çareserkirin. Şer ev hêvî şikand û perde li ser niyeta bingehîne Erdogan hilda.

Di rastiyê de encamên hilbijartina Hezîrana 2015 hesab tevlihev kirin. AKPê bi salan bû kar dikir û bi awayê rûkeş xwe nerm û alîgirê guhertinan, bi taybet ji bo başkirina rewşa kurdan nîşan dida. Hêviya AKPê ev bû ku ji ber wê siyasetê li Bakûrê Kurdistanê bibe partiya yekem. Dengên Kurdistanê ji bo AKP’ê û pilanên wê yên amadekariya xeyalên ku bi navê bendewariyên Tirkiya 2023 dikir(100 saliya Komarê) çarenûssaz bûn. Di serî de Erdogan xeyal dikir ku şopa xwe li ser dîroka nû ya tirkiyê danê û bibe sembolek nû ji bo wê sedsalê. Kêmkirina dengê AKPê li Kurdistanê, kîna Erdogan gîhande erşê esmanan û hema ji roja piştî hilbijartinê re gefxwar ku êdî hemû pêvajoyên ku bi kurdan re dabû destpêkirin bi dawî bîne.

Di demekê de ku AKPê û dewleta tirk xwe amade dikirin pêşiya pêvajoya siyasî li Kurdistanê bigrin û riya gelê kurd ber bi azadiyê ve asteng bikin, PKKê şaşitiyek dîrokî kir û bi kuştina du polîsên hevdestê DAIŞ’ê, hêcet da destê aliyê şerxwaz. Kuştina wan du polîsên ku dihat payîn hevkariya DAIŞê kirine û rê ji bo êrişên bombeyî yên wê grûpa hov li dijî çalakî û mitîngên siyasiye HDPê û çalakvanên kurd vekirine, hêceta dewleta tirk bo ji nû ve dest pê kirina şer li dijî gelê kurd xweş kir.

Niha şer bi dijwarî berdewame û navendên bajaran vegeriyane qadên şer. Lê di qadên siyasî de jî dewlet şerek dijwar li hember gelê kurd de dimeşîne, û dixwaze bi her awayê ku dibe, pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê tenê bi mijara şer ve girê bide. Hêrişên li ser HDPê û hewldana dewletê ji bo standina parêzbendiya parlementerên kurd, wê rastiyê nîşan dide. Dema dewlet di wî karê xwe de bi ser bikeve û tenê riya şer li ber kurdan bihêle, wê demê dikare di asta navneteweyî de rewatiyê bide şerê xwe û deng û daxwazên rewa yên siyasiye gelê kurd bi narewanîşan bide.

Di wê rewşê de erka li ser milê HDPê û siyaseta legal (yasaiye) kurd hêzê de giran e. HDPê bi her awayê dibe bila bibe, lê nabe qada siyaseta yasayî û siyasî çol bike û rê bide qedera daxwaziyên siyasiye gelê kurd bi şer ve bê girêdan. Ev erk giran e, lê nemumkin e.