Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seyîd Riza Dirûdger rêvîngê emegdar ê rêbaza Demokrat koça dawiyê kir

21:56 - 7 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Seyîd Riza Dirûdger endamê pêşîn ê rêberatiya PDKÎ, û birayê du şehîdên serbilind ên riya azadiyê, li Norwêjê û di temenê 69 saliyê de koça dawiyê kir.

Roja Înê 17’ê Banemerê (06.05.2016)’an, kadrê pile yek ê PDKÎ Seyîd Riza Dirûdger bi sedema kirîza dil li bajarê Bêrgên a Norwêjê, piştî çend salan dûriya ji welat, û dest û pence nermkirina digel mirinê, dilê wî ê mezin ji lêdanê ket, û dirêjiya rêbaza xwe ya pîroz bi hevalên xwe spart.

Seyîd Riza Dirûdger di sala 1326 (1947)’an di nav malbateke naskirî û welatparêz li bajarê Pawe a Rojhilata Kurdistanê, ji dayîk bû. Wî heya qonaxa “fewqê dîplomê” di warê hîsabdarî de ders xwend. Piştî serhildana şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, wekî demokrateke xwedî bîr û bawer çalakî kir, û heya dawî demên jiyana xwe, bi rê û şopa pirr ji serwerî ya xwe emegdar ma.

Hevalê koçkirî Seyîd Riza Dirûdger di sala 1988’an de, û di dema kongireya heştem a hizbê de, bi sedema sidaqet, kêrhatîbûn, û bîr û baweriya wî ya hesinîn (polayîn), wekî endamê rêberiya hizbê hate hilbijartin, û heya sala 2009’an ku bo çareseriya nexweşiya xwe çû derveyî welat, di hemû kongireyan de dengê baweriyê, wekî kadrê rêberiya hizbê bi dest xist.

Seyîd Riza Dirûdger di heyama temenê xwe yê pirr ji şanazî di nav hizbê de, çendîn berpirsyariyên girîng bi dest xistin, ku weha bûn: Cihgirê Komîsyona Soyasî-Nizamî, berpirstê Teşkîlata Nihênî, berpirsê Komîteya Hewlêrê, berpirsê melbenda Spî Seng, berpirsê Hisabdarî û Malî, û herwisa cihgirê berpirsê Komîsyona Malî, û cihgirê Komîteya Emniyetê.

Seyîd Riza Dirûdger xwediyê kesayetiyekî xweşnav, dilpak û sadiq, rastbêj, xelkî, xwediyê moraleke şoreşgerane, jêhatî û cihê baweriyê, û emegnas bû, ku ew taybetmendiyên bilind, navê wî, di dilê heval û hevçeperên wî de, bo hertim zindî dihêlin.

Di vê derheqê de, PDKÎ bi weşandina daxuyaniyeke fermî sersaxiyê li têkoşerên Demokrat, kadr û pêşmerge û hevçeperên Seyîd Riza Dirûdger û malbata wî a rêzdar dike, û xwe di xem û kovana jidestdayîna Seyîd Riza Dirûdger de, şirîk û hevpar dizane.

Riha wî şad, û riya wî pirr rêvîng be