Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ serdana tevgera Goran kir

21:58 - 7 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Heyeteke payebilind a PDKÎ bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî serdana binkeya sereke ya Goran kir, û ji aliyê rêdar Newşîrvan Mistefa ve, bi germî pêşwazî ji wan hate kirin.


Roja pêncşemiyê 5’ê Gulanê di doma hevdîtinên Deftera Siyasî a PDKÎ de, heyeteke payebilind a hizbê, serdana tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê kir, ku bi germî ji aliyê heyeta xanexwê ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê hevdîtinê de birêz Hicrî tevî bixêrhatinkirina rêzdar Newşîrvan Mistefa, hêviya tendirustiyeke baş jê re xwest, û hêvî kir ku bi vegeriyana navbirî pêngavên zêdetir û cidîtir ji bona çareseriya kêşeyan di Herêma Kurdistanê de bêne hilgirtin, û Herêma Kurdistanê berev aramiya zêdetir û pêşkevtinê ve pêngavan bavêje.

Di hember de jî, rêzdar Newşîrvan Mistefa tevî bixêrhatinkirin û kêfxweşiya ji vê hevdîtinê, bi kurtî basek li ser rewşa Herêma Kurdistana Başûr kir, û geşbîn bû bi vê ku bikarin bi diyalogê, bi ser tengejeyan de zal bin.

Di vê hevdîtina dostane de, tevî basên siyasî ên pêwendîdar, her du aliyan li ser pêwendiyên dostane, û berdewamiya wan têkiliyan di navbera xwe de, pêdagirî kirin, û piştre heyeta mêhvan ji aliyê heyeta xanexwê ve, bi rêz û hurmet ve hatin birêkirin.

14689.jpg

14691.jpg

14693.jpg

14692.jpg