Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serwan Çeko Rehîmî tevlî karwanê şehîdan bû

14:51 - 12 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Serwan Çeko Rehîmî endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ çepera xebat û berxwedanê ji hevalên xwe re bi cih hêla.

Mixabin roja Çarşemiyê 11’ê Gulanê, hevalê têkoşer Kak Çeko Rehîmî endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ ji nişkêva koça dawiyê kir.

Navbirî ji nişkêve tûşî êşa dil dibe, û mixabin berî gehandina wî bo nexweşxaneyê koça dawiyê dike. Navbirî niha bona xatircembûna zêdetir ji şêweya koça dawiyê ya wî, bo pizişkê yasayî hatiye birêkirin.

“Xelata herî baş bo şehîdan, domandina riya wan e”.

Riha hevalê têkoşer kak Çeko Rehîmî şad be, û riya wî pirr rêvîng be.