Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Şehîd Çeko Rehîmî li goristana şehîdên Hizba Demokrat li bajarê Koyê, bi axê hate spartin

21:10 - 14 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Termê Şehîd Serwan Çeko Rehîmî Endamê Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ku bi sedema “Sekinîna Dil”, koça dawiyê kiribû, di goristana şehîdên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de, bi axa piroz ya nîştiman hate spartin.

Spêdeya roja Înê berwarê 13’ê Gulanê a sala 2016’an, termê Serwan Çeko Rehîmî Endamê Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê, ku damezrênerê Fêrgeha Siyasî – Nizamî ya Hizba Demokrat bû, bi pişikdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî, endamên rêberî, kadr û pêşmereyên Hizba Demokrat û hejmareke berçav ji mêhvanan, piştî birêvebirina “Rêjeyeke Leşkirî” bona rêzgirtin ji xebat û tekoşîna Serwan Çeko, bi axa pîroz ya nîştiman hate spartin.
Piştre Hesen Şerefî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê, bi nûneratiya Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat, çend gotinek pêşkêşî pişikdarên rêûresmê kirin.

Hesen Şerefî serbarê bixêrhatina mêhvanan, û kesayetî û aliyên siyasî û pişikdarên rêûresma bixakspartina Serwan Şeko Rehîmî, ragehand ku, “Em bi sedema koça ji nişkê ve ya Serwan Çeko Rehîmî, li vir kom bûne, da ku termê wî bi axa pîroz ya nîştiman bispêrin, ev axa ku bi ew qasê tekoşîn û emegnasî ve, Serwan Çeko berevanî jê dikir”.

Hesen Şerefî di parek din a gotinên xwe de zêde kir ku, “Serbarê vê ku me termê pîroz yê vî xebatkarê xwe yê sadiq û rastbêj bi axê spart, lê du peyamên me hene.

Yekem eva ye ku, emê dirêjîderê rêya wî bin, û wî ev rêya pîroz bi rêvîngên vê rêyê spart.

Ya Duhem eva ye ku, hêvî û awata Serwan Çeko hêvî û awata me û hemû xebatkarên Kurd e, û di vir de emê sozê bidin ku, rêya wî bidomînin”.

Di dawiyê de Hesen Şerefî spas û pêzanîna xwe pêşkêşî hemû hizb û aliyên siyasî û kesayetî û mêhvan û pişikdarên rêûresmê kir.
Piştre Akam Rehîmî kurê Şehîd Serwan Çeko di vê derheqê de çend gotinek pêşkêş kirin, û tê de ragehand ku, “Spasa hemû andamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dikim, ku di rêûresma bi axê spartina Şehîd Çeko de, pişikdar bûn”.

Akam Rehîmî di beşek din a gotinên xwe de zêde kir ku, “Şehîdbûn û jidestçûna Serwan Çeko, taybet nine bi malbata me, belkî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, û em xwe bi bextewer dizanin ku di xem û kovana jidestçûna babê me de, pişikdar bûne”.

Piştî bi axê spartina termê Serwan Çeko, rêûresmek pirse û sersaxiyê di Sikirtariyeta Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de, bi rê ve çû.

14837.jpg

14838.jpg

14839.jpg

14840.jpg

14841.jpg

14842.jpg

14843.jpg

14844.jpg

14845.jpg

14846.jpg

14847.jpg

14848.jpg

14849.jpg

14850.jpg

14851.jpg

14852.jpg

14853.jpg

14854.jpg

14855.jpg

14856.jpg

14857.jpg

14858.jpg

14859.jpg

14860.jpg

14861.jpg

14862.jpg

14863.jpg

14867.jpg

14868.jpg

14869.jpg

14870.jpg

14864.jpg

14866.jpg

14865.jpg

14872.jpg

14874.jpg

14875.jpg

14881.jpg

14880.jpg

14879.jpg

14876.jpg

14887.jpg

14888.jpg

14877.jpg

14878.jpg

14885.jpg

14886.jpg

14889.jpg

14882.jpg

14883.jpg

14884.jpg

14890.jpg

14891.jpg

14892.jpg