Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiyê ya serokê Herêma Kurdistanê bo sekreterê giştî ê PDKÎ

21:13 - 14 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Birêz Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê deheq koça dawiyê ya Çeko Rehîmî, endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ peyameke hevxemiyê ji rêzdar Mistefa Hicrî re şand, ku deqa vê peyamê bi vî awayî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê min ê birêz Kak Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî ê PDKÎ

Silav û Rêz


Bi kul û kesereke mezin ve, me nûçeya koça dawiyê ya pêşmerge û fermandê kêrhatî (lêhatû) kak Çeko Rehîmî, endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ bihîst ku bi nexweşiyê koça dawiyê kir.

Di vê derheqê de, ez sersaxiyê dibêjme we, û malbat û kes û karên xwedê jê razî, û serkirdayetî, û endamên hizba we, û xwe bi hevsozê xema we dizanim.

Ez ji xwedayê mezin daxwazkarim, ku wî bi biheşta berîn şad bike, û sebr û aramiyê jî bibexşe hemû aliyekî.

“Ina Lilah, we Ina Êleyhê Raciûn”

Mes’ûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2016