Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Otrîşê peymana “Sykes-Picot”ê hate şermezarkirin

21:28 - 16 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Roja 14’ê Gulanê bi boneya derbazbûna 100 salî bi ser peymana “Sykes-Picot”ê re, meşek ji aliyê komîteyeke amadekar ku pêk hatibû ji partî û rêkxistinên Kurdistanî, hate lidarxistin, û bi sedan Kurdên rûniştiyê Otrîşê tê de beşdraî kirin.

Ew meş li pêşberî operaya bajarê Viyenayê dest pê kir, û piştî xwendina sirûda “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel, gotara komîteya amadekar bi zimanê Alamnî ji aliyê Dr, Ceza Salihî ve hate xwendin.

Piştre meşvanan bi dana diruşmên “Azadî bo Kurdistan”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî pêşmerge”, serxwebûn bo Kurdistanê”, û bi bilindkirina diruşma şermezarkirina peymana “Sykes-Picot”ê, ber bi aliyê balyozxaneya Fransayê ve meşiyan, û piştre daxwazên meşvanan bi du zimanên Almanî û Fransî, ji aliyê heyeta diyarîkirî ve, gehandin destê karbidestên balyozxaneya Fransayê.

Beşek ji daxwazên meşvanan bi vî awayî bûn:

-Hewlê bidin ku bilez mafên Kurdan cîbicî bikin.

-Di hemberî Kurdên Sûriye, Îraq, Îraq û Tirkiyê de berpirsyariya xwe ya exlaqî û hiqûqî bi cî bigehînin.

-Piştgiriyê ji çareseriya kêşeya Kurd û mafên Kurdan di wan welatan de bikin.

-Piştgiriyê ji nûnerên Kurd ên di Jinêvê de bikin, û zextê bixin ser beşdarên di civînên Jinêvê de, bona vê ku mafê Kurdan di Sûriyê de bi fermî nas bikin, da ku bikarin bi vê kiryar û piştevaniya xwe tola wan hemû êş û azarên ku ji riya peymana “Sykes-Picot”ê ve gehandin Kurdan, vekin (hilînin).