Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bihêztir ji mirinê

22:14 - 16 Gulan 2016

Kerîm Perwîzî

Rikeberiya di navbera jiyan û mirinê de, di nava dil û derûna hemû jîndarên cîhanê de, rikeberiyeke berdewam e, ku piraniya herî zaf ya jîndaran, yên ku dijîn û dilivlivin û vedigeşin, roj û demek wê bihê, ku mirin bi ser jiyana wî de zal be, û di vê rikeberiya ebedî û hertimî de, mirin serkevtiyê (vebirê) dawiyê ye.

Lê di vê navberê de, xaleke şaz û awarte heye, ku cuda ye ji vê pêvajoya cîhanî û çarenûsdiyar de, û di rastî de, di vir de “dawî”yeke din tê nivîsandin. Di ratsî de jiyan û hebûneke din heye ku tu carî bi dawî nahê.

Jiyana mirovên mezin, yên ku jiyana xwe bi moral û vîn û hezkirineke jiyandostane û dijî merg ve, dest pê dikin, û di binevrazên jiyanê de, bi berxwedan û afirandina rê û şopa jiyana serfirazane, xwe bi ser jîn û ketwarê (waqi’i) de disepînin, ew di rikeberiya berdewam ya vejiyan û mirinê de, jiyanê bihêz, û mirinê jar û lawaz
dikin, û di şerê dawiyê de jî bi ser mirinê de zal dibin, û mirina wan dibe vejîneke din.

karwaneke pirr ji serwerî û pirr ji şanazî ji comerd û mêrxas û jinên xwedîhest û berxwedêr ên Kurd û demokrat, bi vîn, û bi kiryar û bi cangorîtiya xwe, rûpela dawiyê ya rikeberiyên xwe, bi şehîdbûna xwe nivîsandine, û “şehîdbûn” serîtewandina bi “mirin”ê ye, û herikîna ava jiyanê ye, di nava demarên gel û şoreşê de.

***
Dîmeneke dîrokî:

Li her du aliyên rê, û li ser piyan, û bi henaseyeke (nefeseke) pirr ji rêz û bi çavekî xemgîn, lê tejî ji baweriya bi derbazkirina binevrazê pirr ji berbend û asteng, heval û hevçeperên Kak Çeko li pêşberî riya wê fêrgehê sekinîbûn, ku wî bixwe ew fêrgeh ava kiribû, û çavên wan li riya hatina mamostayê şoreş, disiplîn û hişarî û serwextiyê bûn.

Hatina vê carê ya mamosta, fermandar û serwan Çeko, cuda bû ji hatinên din.

Vê carê heval û hevçeper û dersxwan û malbat û hemû dostên wî, bona pêşwazîkirina ji navbirî sekinîbûn, vê carê dijmin dilê wî xweş bû, bi vê ku Serwan Çeko nemaye, da ku dersxwanên xwe perwerde bike, nemaye da ku pîlanên dijmin pûç bike.

Lê nezanîn ku Serwan Çeko di riyekê de pênbgav hilgirtiye, ku merg û neman tê de nîne, riyek e ku rê û şopa jiyanê ye, û rûpela wê ya dawiyê “vejiyan” jê dirêje.

***
Piyaseyeke pirr ji serwerî:

Şehîd Serwan Çeko di nava girseya heval û dostên xwe de, li ser mile pêşmerge, ji fêrgeha xwe ve, ber bi wargehê cangoriyên din ên xwe ve rê ket, û kadr û pêşmerge û hevriyên wî, û dersxwanên wî, ku soza emegdariyê bi rê û şopa wî dabûn, pêngav bi pêngav ew ber bi stargeh û aramgeha pîroz bi rê kirin.

Rêzgirtina pêşmergane, û marşa “Ey Şehîdan”, dawî kiryarên peyman nûkirina digel Serwan Çekoyê şehîd bûn. Di dawiyê de, ew bi wê xaka pîroz hate spartin, ku di pêxema rizgariya wê de, jiyana xwe gorî kiribû, û di pêxema bexteweriya xelkê xwedîmal ê vê xakê de, fîdakarî û xebat kiribû.

Piştî bi axê spartina termê şehîd Serwan Çeko hevçeperekî navbirî çend axivtinek kirin, û kurê wî jî, ew mizgînî da xelkê, ku hêvî û mirazên wî şehîdî, wê hasil bin, û êş û fîdakariyên wî, ji xwe re, û bêçine nebûne.

***
Şanaziyeke hertimî:

Rikeberiya jiyan û mirinê di nava jîndarên din, û di nava civaka mirovahiyê de jî, bi serkevtina “mirin”ê bi dawî tê.

Lê rê û şopeke din heye, ku karwaneke mirovî tê re derbaz dibe, û nahêlin ku mirin pêyka serkevtin lêde.

Di wê demê de ku mirovên bê hevta, û leheng, hêdî hêdî, riya dûr û dirêj ya jiyanê, bi karên bawermendane, û cangorîkerane ên xwe, wateyeke din didin jînê,

Di wê demê de ku bê rawestiyan, û bi serbilindî ve, pê datînin ser kore riya bidestxistina jiyana bextewerane bo kesên din ên cuda ji xwe,

Di wê demê de ku xema nîştiman, û xema xelkê, li ser milên biheybet û êş û cefakişandî ên xwe hildigrin, û barê xemên xelkê sivik dikin,

Di wê demê de, ku êş û azarên jiyana dijwar ya xebatê qebûl dikin, û tab dikin, da ku siberojeke xweş û aram bo nivşên bê pêk bînin,

Di wan deman de, rûpelên zêrîn ên jiyana şoreşgerane dinivîsin, û kêlî bi kêlî, bejna mirinê ser hevde diçirmisînin, û dibişivînin, û di rûpela dawiyê de, bi vejiyana xwe di nava dilê bi hezaran têkoşerên rê û şopa pirr ji serwerî ya xwe de, merg û mirinê dêxin qedeman, û li ser lat û zinarên gerdûn, şanaziyeke hertimî hildikulin, û dinivîsînin, ji bo îro, bo sibehê, û ji bo pêşerojê.