Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reşnivîsa hilgirtina parêzbendiya parlemanteran hate pejirandin

22:08 - 21 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Piştî hewldaneke zêde ya AKP bona pejirandina reşnivîsa hilgirtina parêzbendiyê, ew reşnivîs hate pejirandin.

Li gora nûçegihaniyan, AKP karî di hewla xwe ya pejirandina reşnivîsê de serkeve, lê HDP ragehandiye ku ew hewla wan kudeta koşka seerkomariyê li dijî HDP’ê ye, û di vê derheqê de Demîrtaş sexera Erdoxan bir.

Perwîn Boldan jî ku parlemanterê HDP’ê û cihgirê serokê parlementoyê ye, ragehand ku rast e me nekarî pêşiya van saxtekariyên we bigrin, lê me di hemberî we de, serî netewan û eva jî derd e ji we re”.

Feleknsa Oca jî ragehand: “Morala me neherifiye, em li ser piyên xwe sekinîne, û berxwedan jiyan e”.

Roja Înê 20’ê Gulanê parlemnetoya Tirkiyê, civîna xwe ya asayî pêk anî, û di vê civînê de, dengdan li ser reşnivîsê bi rê ve çû, û ew reşnivîs bi 376 dengan hate pejirandin.

Li gora zanyariyan, ji wan hemû dosiyeyên ku li dijî parlementeran hatine vekirin, 216 dosiye pêwendioya wan bi terorê ve heye, û piraniya wan jî li ser HDP’yiyan hatiye vekirin.

201 dsiye jî li ser sivikatiyan, û 119 jî li ser dijayetîkirina yasaya xwenîşandanê, û 55 dosiye jî li ser tawanan yan jî piştgiriya ji tawanan hatiye amadekirin.

Pejirandina vê reşnivîsê di demekê de ye, ku şer û pevçûn di Tirkiyê de dijwaritir bûne, û wisa dixuye ku ji niha şûnda jî, bi sedema hewlên dadgehên Tirkiyê bona girtina parlementeran dijwartir jî bibe.

Ji aliyekî din ve HDP’ê du nûnerên xwe şandina Ewropayê, da ku derheq binpêkariyên dewleta Tirkiyê, rapora xwe bidin Ewropayiyan, û hewlê bidin ji riya wan ve zextê li ser Tirkiyê zêde bikin.