Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kelûpelên Îranî bo Erebistan û Behrînê hatin qedexekirin

22:11 - 21 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Şêvra Alîkariya Kendavê biryar da ku anîna kelûpelên Îranê bo Erebistan û Behrînê qedexe bikin.

Cihgirê serokê beşa Behrînî ya odeya bazeraganiya wî welatî ragehand ku “Odeya bazerganiya Behrînê pêdagiriyê dike li ser parastina ewlehiyê, û piştevanîkirina ji aboriya neteweyî ya Kendavê”.

Hejmareke zaf ji bikarhînerên kelûpelên Îranî ên Kendavê, û yên Ereb ragehandin ku piştgiriyê ji vê biryara Şêvra Alîkariya Kendavê dikin, û daxwaza tehrîma zêdetir ya kelûpelên Îranî kirin.

Ew biryara piştî pêkhatina aloziya zêdetir di navbera Îranê û welatên Kendavê de hate dayîn. Ew girjiya zêdetir ya di navbera Îranê û welatên Kendavê de jî, di encama êrîşa li ser nûnertiyên dîplomatîk ên Erebistanê li Tehran û Meşhedê û bêhelwestiya hêzên ewlekariya rejîma Îranê, zêdetir bû.