Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerêkayê daxwaz ji xelkê Reqayê kir, ku vî bajarî bi cih bihêlin

18:30 - 22 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Arteşa Amerîkayê bi belavkirina belavokan bi ser xelkê Reqayê de, daxwaz ji wan kir ku bilez vî bajarî bi cih bihêlin.

Li gora nûçegihaniyan, di van belavokan de hatiye nivîsandin ku: “Dema wê hatiye ku hûn Reqayê bi cî bihêlin”.

Belavkirina van belavokan di demekê de ye, ku yek ji berpirsyarên Pintagonê ragehandiye ku dema êrîşê nehatiye, û ew yek tenê dikeve çarçoveya şerê derûnî de.

Piştî vê kiryara Amerîkayê DAÎŞ’ê dest kiriye bi lêdana xendeqan, û amadekirina hêzên xwe di hemberî her êrîşeke bi vî rengî da.

Hêzên Kurd li Rojavaya Kurdistanê jî, di 37 km bajarê Reqayê de, binkeyên leşkerî danîne, û tê payîn (egera vê heye) ku roleke sereke li destgirtina bi ser Reqayê de bilîzin.

Bajarê Reqayê eva du sal in ku di destên DAÎŞ’ê de ye, û DAÎŞ vî bajarî wekî paytextê xwe dihesibîne.