Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kowêytê: “Di Remezanê de, welatê me, wê bibe armanca êrîşên terorîstî”

18:35 - 22 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Dewleta Kowêytê ragehand ku, em hatine haydarkirin ku hêzên ser bi Hizbullaha Lubnanê û Heşda Şe’bî ya Îraqê, di heyva “Remezan” a pîroz de, wê êrîşên terorîstî bikin ser welatê me.

Roja Şemiyê berwarê 21’ê Gulanê, rojnameya El-Siyaset ya Kowêytê ji ziman karbidestên ewlehiya welat we ragehand ku, hinek zaniyarî gehiştine dezgehên ewlekariyê ên Kowêytê ku, diselimîne Hizbullaha Lubnanê û Heşde Şe’bî ya Îeraqî, pilana vê yekê darêtine ku di heyva Remezanê de, êrîşên terorîstî di nava axa Kowêytê de encam bidin, û di hember de jî dezgehên ewlekariyê, wan zaniyariyan bi micit dinirxîne û hemû hewlên xwe dixin kar bûna bûçkirina wan êrîşan, û herweha binçavkirina endamên wan hesteyan, ku bona wan êrîşan hatine diyarîkirin.

El-Siyaset wê yekê eşkere dike ku Hizbullha Lubnanê kariye ji rêya kesekî bi navê “E.M.E” ku bi regez hemwelatiyê Îraqî ye, û rêkewtin tevî artêşa Kowêytê encam daye, û herweha kurê wî ji çekdarê Heşda Şe’bî ye, çend hesteyên terorîstî di nava axa Kowêytê de rêk bixe, ku piraniya wan jî ne hemwelatiyên Kowêytî ne.

El-Siyasetê da zanîn ku ev “Pîlana Şeytanî” heyamek berî niha li herêma “Semawe” yê Îraqê hatiye darêtin û “Odeya Emeliyatê” jê re hjatiye pêkanîn, û armanca vê pîlanê jî, Neqşe û zaniyariyên cuxrafî ên taybet bi binkeyên leşkirî û dewletî, balafirxane û nawendên girîng û mizgeftan bûye.

Her di vê derheqê de nawendên ewlekariyê ên welatê Kowêytê ragehandin ku, darêjerên pilanê karîne kesekî olî yê Şî’e meseb ku pêşnimêjê mizgeftekê ye li welatê Kowêytê razî bi encamdana kiryarên terorîstî di axa Kowêytê de bikin.

Hate eşkerekirin ku ew kes yê bi navê “K.D.E” di heyama derbazbûyî de bi awayê berdewam serdana welatên Îran û Îraqê kiriye û tenanet carekê tevî karbidestekî Hizbullahê li herêma Semawe ya Îraqê hevdîtin pêk aniye û zaniyariyên di vê derheqê de eşkere kiriye.