Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebas Îraqçî: Tehran naxwaze ku rikeberiya Riyazê bike

18:39 - 22 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Cîgirê yekem yê hiqûqî û navnetewî li Wezareta Karê Derve ya Îranê Ebas Îraqçî ragehand ku, Îran û Erebistan ji ekter û lîstikvanên herî sereke di Rojhilata Navîn de ne, û Tehran hez nake ku rikeberiyê tevî Riyazê bike.

Nawenda Nûçegihaniya “Îlna” ku ser bi rejîma Îslamî ya Tehranê ye ragehand ku, Ebas Îraqçî ev gotin di civîna serokên “G7”ê li Nawenda Motalê’atên Navnetewî ya Siyaseta Giştî ya welatê Japonê, û di bersiva pirsyara pişikdarên civînê, derheq bi qutkirina têkiliyên Tehran û Rizyazê de, pêşkêş kirine.

Îraqçî zêde dike ku, bi baweriya me Erebistana Si’ûdî di vê derheqê de şaş difikire, jiber ku binajuxwazî û teror gefeke liser hemû deverê û hewcehî bi lihevkirina hemû ekter û lîstikvanên herêmê heye.

Ebas Îraqçî sertbarê vê ku rolê Îranê li hemberî xebata li dijî terorê li Rojhilata Navîn de, bi rolek erênî dide nirxandin radigehîne ku, netenê îro rojê Îran welatê herî aram û ewleh e di Rojhilata Navîn de, belkî rola herî beçaw di şerê li dijî terorî dilîze, lê mixabin di Rojhilata Navînm de, pêvajûya terorî ber bi geşekirinê ve diçe.

Ev gotinên Ebas Îraqçî bi vê wateyê tên ku Îranê şiyana rikeberiya tevî Erebistana Si’ûdî û hewalbendên wê di herêmê de nine, û di gotinên Ebas Îraqçî û karbidestên din ên Tehranê de, bêhêzî û paşekişe dixûye.

Eva di demekî de ye ku dewleta Îslamî li Tehranê, bi xwe yek ji piştevan û damezrênerên herî sereke yê teror û terorîzmê ye di cîhanê bi giştî û Rojhilata Navîn bitaybetî de.