Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Esmanî ya Erebistanê di manora leşkirî ya Turkiyê de pişikdar e

21:12 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Dewleta Erebistana Si’ûdiyayê ragehand ku, hêzên esmanê yên wan di manora leşkirî ya bi navê “Teyrebazên Anatolî-4” li Turkiyê de beşdar in.

Hate ragehandin ku manora leşkirî ya “Teyrebazên Anatolî-4” ku ji aliyê Artêşa Turkiyê û bi pişikdariya hêzên Esmanî yên Erebistanê birêve diçe, wê heya 11’ê Hezîranê wê bi rê ve here.

Fermandarê hêzên esmanî yên Erebistanê ku bo Turkiyê hatine şandin ragehand ku, “Armanc ji birêvebirina vê manora han ku bi pişikdariya hêza Esmanî ya Turkiye û Erebistanê û herweha welatên din birêve diçe, bêtirkirin û zêdekirina şarezayî û şiyan û amadebûna hêzên wan e”.

Elî Bin Zafir El-Emrî herweha tekez kir ku, “Ev manora han ku di axa Turkiyê de tê lidarxistin, yek ji manorên herî mezin ên “Çend Netewî” di curê xwe de ye.