Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mela Exter di dema vegeriyana ji Îranê hatiye kuştin

21:14 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Talibanê kuştina Mela Exter Mensûr rêberê Talibanê ku piştî ragehandina mirina Mela Omer bibû rêberê Taliban, piştrast kir.

Pintagonê ragehandibû ku wan cihê mana Mela Exter rêberê girûpa Taliban ya Efxanistanê li sînorê di navbera Efxanistan û Pakistanê de bombebaran kiriye. Berpirsyarekî din jî ragehandibû ku li ser îzn û biryara Obama, me ew êrîş encam daye.

Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê jî, got ku kuştina serkirdeyê Taliban, peyameke zelal e, û ragehand: “Ew kiryar peyameke rohn û zelal bû bo hemû cîhanê, ku em li kêleka heval û şirîkên xwe yên Efxanî ne”.

Wî herwisa got ku navbirî gefeke micid bû li ser hewlên me li Efxanistanê de.

Di heman demê de radyoya navneteweyî ya Fransayê jî di raporekê de ragehand ku: “Rêberê Talibanê renge di dema vegeriyana ji Îranê hatibe kuştin”.

Li gora vê çavkaniyê, wî nasnameya Pakistanî hebûye, û navê wî, di vê nasnameyê de “Mihemed Welî” bûye, û pasporta wî jî vîzaya 28’ê Adara 2016 ya Îranê li ser hebûye.

Vê çavkaniyê zêde kiriye, ku xwediyê pasportê di dema vegeriyana ji Îranê li nêzî bajarê “Ehmedwal” bûye armanca êrîşa firokeyên bêpîlot ên Amerîkayî, û hatiye kuştin.

Navbirî di dema deshilatdariya rejîma Taliban de serperestê Wezareta “hewanewerdî” ya neteweyî bûye, lê di van çend salên dawiyê de, rêberiya karûbarên leşkerî ên Talibanê bi dest ve girt.