Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê piştî şikestina agirbesê, yekem êrîş kire ser Helebê

21:20 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Rûsiyê bo yekem car piştî biryara agirbesê, di meha Şibatê de, di roja Yekşemiyê 22’ê Gulanê de, êrîş kire ser Helebê.

Li gora raporan Ramî Ebdulrehman serokê Saziya Çavdêr a Mafên Mirovan, a Sûriyê ragehand ku: “Roja Yekşemiyê balafirên şer ên Sûrî û Rûsî, 40 caran riya bi navê “Elkastîlo” û aliyê bakur û bakura rojava ya bajarê Helebê bombebaran kirin.

Navbirî zêde kir ku: “Li gora çavkaniyên Rûsî, ew êrîş, êrîşa yekem û herî tund ya esmanî ya ji meha Şibatê şûnda ku di Sûriye de agirbes hate ragehandin”.

Tenê di meha borî de bi sedema şer, aliyê kêm 300 kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Eva di demekê de ye ku hêzên cîhanî gellek hewl dane ku vê agirbesa lawaz bişkînin.

Bajarê Helebê ku serdemekê wekî nawenda aboriya Sûriyê dihate bi nav kirin, niha di navbera rejîma Beşar Esed di Rojavaya vî bajarî û opozisyonê di aliyê rojhilat de, hatiye parvekirin.

Roja Înê Rûsiyê daxwaz ji Amerîkayê kiribû ku her du dewlet bi hev re êrîşên esmanî bikin ser hêzên Îslamîst di Sûriyê de, lê Amerîkayê ew yek ret kiriye, û ragehandiye, ku rejîma Beşar Esed zêdetir ji aliyên din biryara agirbesê binpê kiirye.